STENBOL – Rûdaw çû mala Erdogan lê jidayik bûye

Stenbol (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Ak Partiyê Recep Tayyîp Erdogan 26ê Sibata 1954ê li taxa Kasimpaşa ya Stenbolê jidayik bûye. Heta ku di sala 1994ê de bû serokê şaredariya Stenbolê, li wê navçeyê jiyaye.

 

Çîroka serkeftinên Erdogan jî piştî vê serdemê dest pê dikin. Ew niha serokomarê Tirkiyê û serokê partiya desthiladar a vî welatî ye.

 

Erdogan niha 64 salî ye û bavê 4 zarokan e. Ew di navbera salên 1994 û 1998ê de serokê şaredariya Stenbolê bû. Ji sala 2001ê ve jî serokê Partiya Dad û Geşedanê (Ak Partî) ye û herwiha serokomarê Tirkiyê ye.

 

Husên Ûstûn ê 68 salî, ku helavê biçûkanî yê Erdogan e, li mala xwe ji Rûdawê re behsa hevaltî û jiyana Erdogan kir û got: “Ev avahî yê Erdogan û Hacî Ehmedê bavê wî ye. Ew bixwe jî di vê avahiyê de bûn. Dema jin anî û zewicî jî herdi vê male de bû. Dema bû serokê şaredariya Stenbolê ji vir bar kir û çû. Hevaltiya me pir bi hêz e. Rast e serokomar e lê dema em hev dibînin ez jê re dibêjim Tayyîp û ew jî ji min re dibêje Husên. Ez tornecî me û ew jî bû siyasetmedar. Lê em her dîsa hevê hev in. hindek caran bêyî ku xeber bide tê serdana mala me dike.”

 

Bi gotina Husên Ûstûn, Erdogan di nava havalên xwe de jî weke kesekî oldar dihate naskirin. Di sala 1997ê ji ber xwendina helbestekî 10 meh hate zîndanîkirin. Piştî ji zîndanê derdikeve Husên Ûstûn careke din diçe serdana wî.

 

Ûstûn dibêje: “Piştî ku ji zîndanê derket ez û hevjîna min em çûne serdana wî. Ji me re qehwe çêkir û me vexwar. Min jê pirs kir ka ev çi bû, wî jî got, ‘ez jî nizanim’. Lê got, ku ‘xwezî ez zûtir bihatama girtin, mirov li wir zêdetir fêrî tiştan dibe.’ Ew tiştên li derve li ser Tayyîp tên gotin ne rast in. Dema li hember wî kûdeta hate kirin ez û ev xelk em ji bow î daketine kolanan û me kûdeta pûç kir.”

 

Tenê ne Hûsên, li Kasimpaşayê nîştecihên kevin ên wî nas dikin, tenê bi navê Tayyîp bang li wî dikin. Dibistana sereke ya Piyale Paşa, ew dibistan e, ku li wir Recep Tayyîp Erdogan dest bi xwendinê kir. Ew kesên zarokên xwe jî dişînin vê dibistanê hêvî dikin paşeroja wan jî mîna ya Erdogan geş be.

 

Nîştecîhên Kasimpaşayê dibêjin, Erdogan kesên derdora xwe jibîr nake û hertim serdana wan dike, lewma li vî taxi kes deng nade bi namzedekî din.