Hewlên hilbijartin bê sextekarî were kirin

Hewlêr (Rûdaw) Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roja 24ê Hezîranê hilbijartinên parlemento û serokomariya Tirkiyê dê were encamdan û li gor çavdêrên siyasî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê metirsî heye ku li ser dengdanê sextekarî bêne kirin. Hejmarek ji rêxistin û komeleyên ketine nav tevgerekê daku pêşî li rewşeke bi sextekarî bigrin.

 

Nêzîka 100 kes li vê salona Stenbolê kom bûne û armanca wan ew e ku nehêlin di hilbijartinên 24ê Hezîranê yên serokatiya komarê û parlamentoyê de sextekarî were kirin. Workshopek ji aliyê rêxistineke sivîl bi navê "Oy ve Otesî" ve hatiye organîzekirin û partiyên opozisyonê, komele û welatiyên xwebexş beşdar bûne.

 

Seroka Komeleya Oy ve Otesî Guzîde Soyturk dibêje ku workshop wan bi awayekî baş birêve diçe û amaje bi wê yekê dide ku dê li hemû bajaran bi awayekî hûr çavdêriya hilbijartinan bikin.

 

Seroka Komeleya Oy ve Otesiyê Gozde Elif Soyturk wiha axifî: “Karê komeleya me 81 parêzgehan li xwe digire, lê hinek cihên wek Amed jî hene ku sindoqên dengdanê hatine veguhestin. Em girîngiyê bi wê derê didin û eger çavdêrên me nebin, wê demê çareseriyekê bo çavdêriya proseyê dibînin."

 

Di hilbijartinên borî de, heta astekî hilbijartin baş birêve diçûn û di ragihandina encaman de jî ti pirsgirêkên wiha nebûn. Lê sala borî û di dema referandûma taybet bi destûrê de, opozisyonê partiya desthilatdar bi sextekariyê tohmetbar kir.

 

Adara îsal li parlamentoyê AK Partî û MHPê deng li ser yasayeke nû dan û evna jî bû cihê nîgeraniyê ku di hilbijartinan de sextekarî bên kirin. Organîzatorê Platforma Hilbijartina Azad ku di heman demê de parlamenterê CHPê ye dibêje ku ew naxwazin ezmûna sala borî ya dema referandûmê dubare bibe.

 

Parlamenterê CHP û Organîzatorê Platforma Hilbijartina Azad Onursal Adiguzel jî got: “"Me berbaneyeke mobile daniye û hemû partiyên din jî sîstema xwe danîne. Ji vê jî zêdetir, ev platform me ya hevbeş heye û têde hemû data û encaman organize dikin. Armanca vî karê me jî ew e ku pirsgirekên demên borî rûbirûyê me bûn dûbare nebin."

 

Hilbijartina îsal di keş û hewayekê de tê kirin ku hevrikiyeke zêde di navbera partiyên siyasî û berbijêrên serokatiya komarê de heye. Lewra eger heye her sextekariyeke kêm jî bandore li encamên hilbijartinan bike û beşdarvanên vê workshopê pêdagir in li ser wê ya ku nehêlin biçûktirîn sextekarî were kirin.

 

Derbarê vê mijarê de çavdêra xwebexş Yasemin Somuncu wiha got: “Erkê min li Fatîhê ye, ku cihekî girîng ê Stenbolê ye. Li nêzîkê 60 dibistanan 799 sindoqên me yên dengdanê hene. Ez û hevalên xwe em dê sindoqan biparêzin."

 

Hilbijartinên serokatiya komarê û Parlamentoya Tirkiyê li welatên derve bidawî bûne û roja 24ê vê mehê hilbijartin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tên kirin.