Sezai Temelli: Em ê bi dengên xwe leyistikan têk bibin

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli di mitînga Meydana Seyîd Riza ya Dêrsimê de axifî û got ku ew dê bi dengên xwe leyistikan têk bibin.

 

Hevserokê HDPê Sezai Temelli da zanîn ku hinek kes dixwazin rêgiriyê li HDPê bikin û derbarê vê mijarê de rexne li hikûmeta Tirkiyê û partiya desthilat AK Partiyê girtin.

 

Temelli got: "Emê bi dengên xwe biser bikevin û bi van dengan leyistikan têk didin." Temelli amaje bi wê yekê jî da ku hinek kes dixwazin HDP bendê derbas neke û di parlamentoyê de cih negire.

 

Di vê derbarê de Hevserokê HDPê got: "Jin û ciwan mil bi milê hev 24ê Hezîranê dê bendê birûxênin."

 

Sibe 24ê Hezîranê dê hilbijartinên Parlemento û Serokatiya Tirkiyê were pêkanîn.