Wezareta dadê ya Tirkiyê nehîşt şanda BDPê herin Îmraliyê

23-06-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) – Parlamentera BDPê û endama şanda BDPê ya Îmraliyê Pervîn Bûldan diyar kir ku wezareta dadê ya Tirkiyê heta niha bersiva wan ji bo serdana Îmraliyê nedaye.

Şanda BDPê ku dihat payîn îro (23.06.2013) bo cara heftemîn serdana girtîgeha Îmraliyê bike û digel rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bîne, nekarî biçe Îmraliyê.

Derheqê vê yekê de  parlamentera BDPê û endama şanda han Pervîn Bûldan diyar kir ku wan ji bo ku herin Îmraliyê serdana wezareta dadê kirine lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Bûldan ragihand ku ji ber wê jî nekarîne îro herin Îmraliyê û da zanîn, ew niha li bajarê Enqerê ne û kengê wezareta dadê destûrê bide dê herin Îmraliyê.

Şanda BDPê ku ji hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û Pervîn Bûldan pêk hatibû, herî dawî 7ê Hezîrana îsal serdana Îmraliyê kiribû û digel Ocalan hevdîtin pêk anîbû.

Endamên din ê şanda BDPê Sirri Sureya Onder, cara berê  bi hêceta ku beşdarî xwepêşandanên Parka Gezî ya Stenbolê bibû, ji nav şandê hatibû derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst