Li Stenbolê êriş: 3 kuştî û 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Uskudarê ya Stenbolê li kafeyekê hinek kesan gule berdan û di bûyerê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li kafeyeke li ser Kolana Ayazmayê ya li Taxa Unalanê kesek an çend kesan ku hîn jî nasnameya wan nehatiye tespîtkirin, gule berdan.

Li gorî zanyariyên ewil di bûyerê de 3 kes hatin kuştin û 5 kes birîndar bûn.

Rewşa 2 birîndaran jî dijwar e û metirsî li ser jiyana wan heye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Parêzgariya Stenbolê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got demjimêr 20:10an li kafeyekê di navbera du grupan de şerê bi çekan çêbûye.

Parêzgariyê jî piştrast kir  di encam de 3 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Herwiha parêzgariyê ragihand ku derbarê bûyerê lêpirsîn berdewam hatiye destpêkirin.