Malbatê miriyê xelet veşart, gor dîsa hat vedan!

23-05-2024
Nîşan Çorum Term Veşartin Xelet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Navçeya Alacayê ya parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê derket holê ku malbatekê termê xelet veşartiye, gor dîsa hat vedan û term hat derxistin.

Li gorî agahiyan, Zekî Aksakal û Nurî Yalçinkaya li Nexweşxaneya Dewletê ya Alacayê heman rojê mirin.

Peywirdaran termê Nurî Yalçinkaya da bi şaşîtî malbata Zekî Aksakal.

Malbatê jî çû ew termê şaş li goristanê veşart.

Malbata Nurî Yalçinkaya doh çû morgê da termê miriyê xwe wergirê lê wan ferq kir ku ev term ne yê Nurî Yalçinkaya ye.

Piştî ku malbatê rewş ji rayedaran re got lêkolîn hat kirin û derket holê ku term bi hev hatine şaşkirin.

Gor bi destûra dozgeriyê hat vedan û termê Nurî Yalçinkaya har derxistin.

Li gorî agahiyan, her du term dê îro careke din bên veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst