Kurtulmuş: Bêyî dengên HDPê ne pêkan e ku bibe hevrikê Erdogan jî

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Numan Kurtulmuş HDP Kemal Kiliçdaroglu Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş got “Em ji destpêkê ve dibên, Partiya Komarî ya Gel bêyî dengên HDPê kî dike berbijêr bilabike li hemberî Erdogan ne pêkan e bibe hevrik jî. Yanî ne pêkan e bikeve têkoşînê jî. Ji xwe hilbijartinên 14ê Gulanê vê bi zelalî radixe pêş.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş di bernameya televizyonekê de rojevê nirxand.

Eger ne ji dengên HDê bûna, pêkan bû ku birêz Kiliçdaroglu bigihîje ji sedî 44ê dengan?

Kurtulmuş her wiha destnîşan kir ku di hin mîtîngan de weke mîtînga Wanê wêneyên gelek rêveberên CHP'ê û rêveberên HDPê nêzî ve hatin dîtin û got “Dema em vê dibêjin pir hêrs dibin. 'Na, em bi HDP'ê re hevkariyê nakin. Va ye HDP, Partiya Çepên Kesk, rêxistineke cuda ne, lê hewl nedin ku gel bixapînin. Matematîka siyasî jî li rastê ye. Eger ne ji dengên HDê bûna, pêkan bû ku birêz Kiliçdaroglu bigihîje ji sedî 44ê dengan? Na.”

“Hûn dê bi biryara kîjan dadgehê serbest berdin?”

Li ser pirsa “Serokomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku gotibû "Heke hûn dixwazin Selahattîn Demîrtaş azad bibe, hûn ê tevlî me bibin" Kurtulmuş wiha bersiv da:

“Hem hûn dê behsa dewleta hiqûqê bikin bêjin `çewa em hatin, em dê Selo û yên din ji hindir derxin.` bi kîjan hiqûqê, bi biryara kîjan dadgehê? Hûn xwe dixin şûna dadgehê? An jî hûn dê bibêjin 'Em ê hemû girtiyên li hundir berdin' Hûn ê bi çi re serbest berdin? Bi biryara kijan dadgehê berdin. Li vir bi şêwazekî ne li gorî demokrasiyê, ne li gorî têgihiştina hiqûqê siyasetê dikin, lê wisa difikirin ku dê bi rengekî dilê hilbijêrên ku tenê dengên xwe didin HDP'ê bi dest bixin.”

Kurtulmuş, anî ziman ku divê CHP gel nexe şûna xêvan û got “Em ji destpêkê ve dibên, Partiya Komarî ya Gel bêyî dengê HDPê kî dike berbijêr bilabike li hemberî Erdogan ne pêkan e bibe hevrik jî. Yanî ne pêkan e bikeve têkoşînê jî. Ji xwe hilbijartinên 14ê Gulanê vê bi zelalî radixe pêş.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst