Melayê ku banga çekhilgirtinê kiribû ji kar hat dûrxistin

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Murat Gundogdu Çekhilgirtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê melayê ku derbarê hilbijartina serokkomariyê de banga çekhilgirtinê li cemaetê kiribû ji kar dûr xist.

Li navçeya Sultangaziyê ser bi parêzgeha Stenbolê, melayê Mizgefta Cebeci Murat Gundogdu di mizgeftê de bo welatiyên hatibûn nimêjê got: “Birayên min, çekên xwe amade bikin. Bila şeva 28ê Gulanê çekên we amade bin, du çekên min hene û tejî ne.”

Banga çekhilgirtinê ya Murat Gundogdu ku di xutbeya 19ê Gulanê de kiribû bûbû sedema nerazîbûnan.

Serokatiya Karûbarên Diyanetê ya Tirkiyê ragihandibû ku derbarê banga çek hilgirtinê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Diyanetê diyar kir ku di encama lêpirsînê de biryar hatiye dayîn Murat Gundogdu ji kar bê dûrxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst