Li derveyî Tirkiyê zêdetirî 1.5 milyon kesan deng dane

23-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Dengdêrên Derve ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê berdewam e; di sê rojan de zêdeyî yek milyon û 500 hezar dengderên derve deng dane.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê, heta demjimêr 22:00 roja Dûşemê 22ê Gulana 2023an yek milyon û 500 hezar û 26 kesan li derveyî welat bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê deng dane.

Bo gera duyem a serokkomariya Tirkiyê, ku roja Yekşemê 28ê Gulanê li nav Tirkiyê tê kirin, roja Şemiyê 20ê Gulanê dengdana li derveyî wî welatî destpê kir.

Dengdanê li nûnertiyên Tirkiyê yên welatan dê heta roja 24ê Gulanê û li deriyên sînor û firokexaneyan jî heta demjimêr 17:00 roja Yekşemê 28ê Gulanê berdewam be.

Di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan %49.52ê dengan bidest xistibûn. Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî %44.88ê dengan bidest xistibûn. Ji ber yekî ji wan jî %50 kom yekê dengan bidest nexistibûn, hilbijartina serokkomariyê ma gera dûyem.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst