Xelkê Tirkiyê dixwaze hikûmet rewşa aborî baş bike

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê Tirkiyê xwe ji bo gera duyem a dengdana serokomariyê amade dike û daxwazên xelkî ji serokomar û hikumeta nû ya Tirkiyê başkirina rewşa aboriyê û jiyana xelkî ye.

Alîgirên AK Partiyê dibêjin kêşeyên heyî  Erdogan dikare çareser bike, alîgirên oposizyonê jî dibêjin êdî pêwîst e serokomar biguhere.

Xanenişîn Samet Ayderin got: “6 partiyên ku bi CHPê re maseya 6 partî ava kirine çi deng nîne, lê 37 parlemeter bidest xistin, CHP êdî ne CHP ye. Birêz Recep Tayîp Erdogan jî bi ser ket. Kemal Kilicdaroglu li hember wî bo berbijêr û wî desthilat û oposizyon kontrol kirine. Hêviya min ji Erdogan ew e ku êdî gendelî û karên bindîwarî neyên kirin. Her çende ne ev qas zêde ye jî ku oposizyon behs lê dike lê em dizanin lê Tirkiyê gendelî heye lazim e pêşiyê lê bigire.”

Xanenişîn Mehmet Kemer jî got: “Ji ber ku serdema wî ya dawî ez dê dengê xwe bidim Erdogan, êdî serdema wî ya dawî ye bila vê carê jî bibe serokomar û êdî biçe û êdî bila ciwan werin. Ez li şûna birêz Serokomar bim, ez dê hejmara parlementera kêm bikim, 600 parlemnter gellek zêde ne bila herî zêde 250 yan 300 bin ez dê hejmara şêwirmendan û musteşaran jî kêm bikim, parê welatê hemî diçe berîka wan. Bila kesên kevin bişîne. ”

Xwendekar Bugra Açikalin jî wiha axivî: “Ez 25 salî me û ez ê dengê xwe bidim Kemal Kiliçdaroglu, dema ez zarok me cejna komarê pîroz dikir, demokrasî hebû ez bêriya wan rojan dikim, bi rêjimeke takekesî nabe, padîşahek jî nikare 20 salan welatekî birêve bibe. Em bi hêviya wê yekê nîne ku serokomar di nava rojekê de hemû kêşeyan çareser bike, xuyaye ji bo çareser kirina kêşeyan dem pêwîst e. Ez dixwazim aramî hebe, kesên ku fikrên wan cuda ne jî bizanin rêz li hember hevdu bigirin, ez dengê xwe didim CHPê lê malbata min li dijî min e, yan em dibînin li ser pusalaya dengan wêneyên Ocalan û demirtaş danabûn kêleka Kilicdaroglu bangşeyeke qirêj hate kirin ez dixwazin êdi ev tişt nemînin.