Sekreterê Weqfa Alparslan Turkeşê piştgiriya xwe bo Kiliçdaroglu ragihand

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Weqfa Alparslan Turkeşê Alparslan Yilmaz ragihand ku ew dê di hilbijartina serokomariyê ya gera duyemîn de piştgiriyê bidin Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaiyê Milletê Kemal Kiliçdaroglu.

Alparslan Yilmaz got, "Ev banga min ji hevkarên min ên neteweperest ên Tirk re ye, werin em biçin ser sindoqan û welatê xwe biparêzin. Tirkperestî û umetperestî nikarin bên cem hev."

Piştî ku Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya ATAyê Sînan Ogan ragihand  ku ew dê di gera duyemîn a hilbijartinê de piştgiriyê bidin Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan,  Serokê Giştî yê Weqfa Alparslan Turkeş Alparslan Yilmaz di daxuyaniyekê de helwesta xwe eşkere kir.

Alparslan Yilmaz ragihand ku ew dê di hilbijartina gera duyemîn de piştgiriyê bidin Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milletê Kemal Kiliçdaroglu.

Yilmaz bang li neteweperestên Tirk kir, anî ziman ku Anatolya di bin dagirkeriyê de ye, aboriya Tirkiyê têk îûye û cemaetan hundirê saziyên wî welatî vala kirine.

Di daxuyaniya xwe de Sekreterê Giştî yê Weqfa Alparslan Turkeşê wiha dibêje: “Ev banga min ji hevkarên min ên neteweperest ên Tirk re ye: Welatê Tirkan Anatolya di bin dagirkeriyê de ye. Bi rêya HUDA PARê rêya nîqaşan ji Tirkîtiyê re vedibe. Li navenda Enqerê, akademîsyenekî Tirk ê neteweperest ji aliyê bazirganên madeyên hişbir ve tê kuştin. Pergela mafyayê li welat serdest e... Cemaet hundirên saziyan vala dikin. Aboriya me têk diçe. Niha deme  em wek netewperestên Tirk, ji bo ronahiyê aliyê xwe hilbijêrin. Em herin ser sindoqan û welatê xwe biparêzin. Tirkperestî û ummetperestî nayên ba hev, bi hemû rêz û hurmetê..."