Bi hinceta PKKê 25 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di oparasyoneke hevdem de ku navenda wê bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê bû, vê sibê polîsan bi ser 28 malan de girtin û 25 kes desteser kirin.

Rêveberiya Ewlekariya Bajêr a Mêrsînê ragihand ku  îro serê sibehê 23ê Gulanê hêzên wan di oparasyonekê de ku navenda wê bajarê Mersînê bûye, li î wî bajarî û bajarên wek Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi ser 28 malan de girtine û bi hinceta hevkarîkirina PKK/KCKê 25 kes desteser kirine.

Li gor Rêveberiya Ewlekariyê, ji 28 kesên ku biryara desteserkirina wan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatiya dayîn, "16 ji wan bi hinceta rêvebirina rêxistina ciwanan, 6 bi hinceta li ser medyaya civakî propagandeya rêxistinê kirine û 6 ji wan jî di komeleyekê de kar bo rêxistinê kirine, biryara desteserkirina wan hatiye dayîn.”

Medyaya nêzîkê HDPê jî ragihandiye ku îro di operasyoneke hevdem de polîsan bi ser gelek malên endamên rêxistina wan de girtine û çend kes desteser kirine. Li gor heman medyayê, vê sibê polîsan li navçeyên Nisêbîn û Qoserê yên ser bi Mêrdînê bi ser gelek malan de girtine.

Li Nisêbînê Hevserokê Rêxistina HDPê ya Navçeyê Şiyar Koç û muxtarê gundê Menderê Faris Alak û Firat Demîr hatine desteserkirin. Herwiha li Qoserê jî Hevserokê Rêxistina DBPê yê berê Mahmut Damar ligel Metîn Yilmaz û Samî Îldem bi hinceta alîkariya rêxistinê hatine desteserkirin.

Di heman demê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mersînê ve hatiye destpêkirin, polîsan bi ser 28 navnîşanan de girtine û Berpirsên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Cengiz Dere û Kadri Ezer û Berpirsê Komeleya Alîkariya bo Malbatên Girtiyan ya Çukurovayê (TUAY-DER) Selim Ekici jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.