Di siyasetê de nîqaşa ‘montajê’: Kiliçdaroglu bersiva Erdogan da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, bersiva gotina “montajkerê sextekar” a Kiliçdaroglu ji bo Erdogan bi kar aniye, da û got: “Ev gelê ezîz dê dersa pêwîst bide siyasetmedarên ku di heyama hefteyekê de çend kiras li xwe kirine.” Li aliyê din gelek siyasetmedar jî bi rêya medyaya civakî tevlî nîqaşê bûn.

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, duh behsa videoya montajkirî ya Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu kir, ku berê jî Erdogan di mitîng û civînên xwe de bikar anibû.  Di videoya montaj kirî de Kiliçdagolu ligel rêvebirên pilebilind ên PKKê ye, tê nîşandan.

Erdogan derbarê videoyê de got: “Dîmenên Kiliçdaroglu yên ligel kesên li Qendîlê ne heye. Lê çi montaj be û çi tişteke din be heye.”

Videoya ku Erdogan behs dike, dîmenên Hevpeymaniya Cumhur ên di kampanyaya ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê de hatine bikaranîn in.

Piştî van gotinên Erdogan, hem Kiliçdaroglu, hem jî  AK Partî û hikûmetê derbarê mijarê de li pey hev daxuyanî dan.

Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotina Erdogan parve kir û ji bo wî gotina "montajkerê sextekar" bi kar anî.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li ser hesabê xwe yê twîterê derbarê mijarê de got: “Erdogan di weşana zindî de li xwe mikur hat ku vîdeoya Kemal Kiliçdaroglu ya ku di mîtîngan de nîşanî gel da, montaj e. Ev kampanya îftîra û komployê qet ne layiqê misilmanekî ye. Exlaq, wijdan û hişmendiya vî gelî rê nade montaj, îftira û komployên wiha.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî li hemberî gotinên Erdogan nerazînûn nîşan da û got: “Ma misilmanek derewan dike?”

Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, bersiva twîta Kiliçdaroglu da.

Fahrettin Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Vî gelê ezîz hesabê her heqaret û îxaneta li hemberî Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan hatiye kirin pirsiye. Bi îzna Xwedê ew dê dîsa bipirse. Ev gelê ezîz dê dersa pêwîst bide siyasetmedarên ku di heyama hefteyekê de çend kiras li xwe kirine. Ji bo ku tovên nefretê yên ku hêzên derve hewl didin di nava me de biçînin, şîn nebin, em dê xebata xwe û siyaseta paqij biparêzin. Weke ku Serokê me gotiye, em bi mezinkirina çanda evînê re mijûl in. Em careke din gazinên xwe digihînin miletê xwe ku wan kesan gotinên gemar ji serokê me re kirine, û em li bendê ne ku miletê me çi rêyê bide ber me.”