19 Photos
Çaremîn Festîvala Navnetewî ya Opera û Baleyê ya Dîlokê ku beriya pênc rojan dest pê kir, hêj berdewam e.
Festîvalê di 18ê Gulanê de li Navenda Kongre û Hunerê ya Mavera ya Zanîngeha Dîlokê dest pê kiriye û dê heta 24ê Gulanê bidome.
Di çarçoveya festîvalê de bi şev ji aliyê Opera û Baleya Dewletê ya Antalyayê (DOB) ve muzîkala "Nîgara Bixwîn" derket ser dikê.
Di festîvalê de beşdar dê karibin li muzîka "Bajarê min" û lîstika zarokan "Sihirbaz Oz" temaşe bikin.