Hewlêr (Rûdaw) – Sedat Peker di dawîn vîdyoya xwe de behsa pirsa Kurd û Elewî jî kir û got, çareseriya wan gelek hêsan e.
Mafyager Sedat Peker ku biryara girtinê derbarê wî de heye û li derveyî Tirkiyê dijî, li ser belavkirina vîdyoyên xwe berdewam e ku tê de peywendiyên berpirsên dewleta Tirkiyê û mafyayê aşkere dike.
Sedat Peker di 7emîn vîdyoya xwe de behsa bûyerên kuştina karsazên Kurd û kesayetên naskirî, mezintirîn metirsiyên li pêş Tirkiyê, pirsa Kurd û Elewî, tora bazirganiya maddeyên hişber, kiryarên îşkenceya li zindana Amedê û gelek mijarên din kir ku berpirsên dewletê têkildar in.
Di vîdyoya 7emîn de jî de fokusa Peker li ser Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bû got ew dê wê tora bazirganiya maddeyên hişber aşkere bike ku Soylu, kurê Bînalî Yildirim Erkan Yildirim û Mehmet Agar jî di nav de ne.
Mafyager Sedat Peker careke din rexneyên tund li Suleyman Soylu girtin û gef li wî xwar, “Ez dê toqekê bixim stûyê te û te bigerînim.”
Mafyager Sedat Peker di vîdyoya xwe de têkildarî bûyerên kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û karsazê Kurd Savaş Buldan, behsa rola Wezîrê Navxwe yê berê yê Tirkiyê Mehmet Agar kir û diyar kir ku Agar, Mumcu kuşt û herwiha bi gotina wî peywendiyeke xurt a Agar li gel karsazên Kurd hebû û “ji hemûyan pere werdigirtin.”
Sedat Peker her di wê vîdyoyê de, karsazên Kurd bi bazirganiya "maddeyên hişber" tometbar kirin û got, Mehmet Agar ew (karsaz) xistin kemînê û ji bo ku raboriya xwe ya “qirêj” paqij bike ku bi gotina wî armanca Agar serokomarî bû, dest bi kuştina karsazên Kurd kir.
Sedat Peker amaje bi îşkence û miameleya xerab a li zindana Amedê jî kir û got, bi gotina wî, ew miamele û kiryarên xerab ên li dijî girtiyan bûn sedem ku zarok berê xwe bidin çiya.
Sedat Peker amaje bi pirsa Kurd jî kir û got, “di pêşerojê de du karesetên mezin li pêş me ne; Pirsa Kurd û Pirsa Elewî.”
Li ser çareserkirina van pirsa Kurd û Elewî jî Peker diyar kir, “Çareseriya wan gelek hêsan e, lê her tim ji bo ku neyên çareserkirin kar hatiye kirin. Rojên nexweş hene ku dê bên. Ji bo ku em ji bo wan rojan amade bin, pêwîstiya me bi yekgirtinê heye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse