Li Tirkiyê gengeşeya pêvajoya nû ya aştiyê

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo çareseriya pirsa Kurd bi rêyên aştiyane hêviya destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê her diçe kêm û lawaz dibe. Rayedarên AK Partiyê diyar dikin ku hikûmet û dewleta Tirkiyê dê hewla jinavbirina aliyên siyasî û çekdarî yên PKKê berdewam bikin, lê reformên naskirina mafên nijad û olên cuda jî bi ranewestin. Li gor HDP jî bi rewşa awarte re zemîneya çareseriya pirsgirêkan bi riyên sivîl û demokratîk nemaye.

 

Hêviyên ku ji nû ve destpêkirina pêvajoyeke din a aştiyê ji bo çareseri pirsa Kurd her diçe diçilmise.

 

Ji peyamên Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî)  ya ku demeke berê kongreya xwe pêk anî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji nû bû serokê wê yê giştî, wiha xuya dibe ku destpêkirina pêvajoya çareseriyê dûr û zehmet e. Lê li gor AK Partiyê di warê dayîna mafan de dê reform berdewam bikin.

 

Endamê Desteya Rêveber a AK Partiyê Cahît Ozkan di bareya mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Êdî di vê pêvajoyê de ji bo refah û aramiya gelên Tirkiyê em dê hewla dîtina zemînekê hevbeş bidin. Êdî bi pergala Serokomariyê re em dê li aliyekî yekîtiya xwe ya netewî biparêzin, li aliyê din jî hemû daxwazên nijadî, azadî û demokrasiyê yên welatiyên me yên Laz, Kurd, Tirk, Çerkez, Elewî û Sunî li ber çav bigirin û li gor vê yekê pêvajoyekê bidin despêkirin. Lê belê jinavbirina aliyên çekdarî û siyasî yên PKKê şert e. Bi wan re êdî li ser maseyekê nayê rûniştin. Divê ew daxwazên Tirkiyê qebûl bikin.”

 

Li gor Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ku yek ji mûxatabên pêvajoya çareseriyê bû, AK Partî xwe nade ber pêvajoyeke nû ya aştiyê.

 

Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier di vê bareyê de ragihand: “Ji bo xatirê çareseriya kêşeya Kurd hevdîtinek çêbibe çênebe, bi riyeke demokratîk û sivîl çareserî min wekî siyasetmedarekî Kurd di peyamên kongreya AKPê nedît. Her tim em dibêjin ku di rê û rêbazên hiqûqî, sivîl û demokratîk kêşeya Kurd li ser maseyê were çareserkirin. Pêwîst e êdî xwîn neyê rijandin.”

 

Akademîsyen Vahap Coşkûn ê ku di serdema pêvajoya çareseriyê de di nav Koma Aqilmendan cih girtibû, diyar dike ku destpêkirina pêvajoyeke nû bi taybetî bi rewşa Rojava û Sûriyê ve girêdayî ye.

 

Vahap Coşkûn lihevhatin û rêkevtinek çênebe yan jî zemîneke hevkariyê dernekeve holê, destpêkirina pêvajoyeke nû gellek zehmet e. Lê belê li qada Rojava û Sûriyê lihevhatineke çêbibe, wê çaxê dê li Tirkiyê proseseke nû dest pê bike.”

 

Li gor piraniya Kurdên Bakurê Kurdistanê hikûmet û dewleta Tirkiyê bêyî destpêkirina pêvajoyekê jî dikare astengiyên li ber perwerdeya zimanê Kurdî rabikin. Ku ev yek wekî kilîda çareseriya meseleya Kurd û Tirkan tê dîtin.