Alî Yerlîkaya li ser şaredariyên DEM Partiyê daxuyanî da

23-04-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Yerlîkaya DEM Partî Amed Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alî Yerlîkaya li ser lêpirsîna derbarê şaredariyên DEM Partiyê de got, “Heq, hiqûq, edalet çi hewce bike dê ew bibe.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ji bo lêkolîna îdiayên “nexwendina Sirûda Neteweyî rakirina alaya Tirkiyeyê ya ji Encûmena Şaredariyê û bêrêziya li wêneyên Ataturk û Recep Tayyîp Erdogan” bi ser Şaredariya Sûrê ya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de mufetîş erkdar kirin.

Alî Yerlîkaya îro li Parlamentoya Tirkiyeyê di resepsiyonekê de bersiva pirsên rojnamegeran da.

Yerlîkaya bersiv da îdiayên ku dê qeyûm deynin ser şaredariyên DEM Partiyê û got:

“Pêwîst nake mijar ber bi aliyekî din ve bê kişandin. Lêpirsîna tê kirin li rastê ye.

Heq, hiqûq, edalet çi hewce bike dê ew bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst