Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 16 parêzgehan hişyariya baranê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku li 16 parêzgehan dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye. Herwiha parêzgariyên wan parêzgehan jî bi daxuyaniyekê welatî hişyar kirine ku di çûnûhatinê de tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro Yekşemê 23ê Nîsana 2023an ji bo 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

Li gor daxuyaniya saziya navborî tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên Sêwaz û Mereşê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Enqere, Balikesir, Edirne, Kirklareli, Bursa, Bilecik, Sinop, Afyonkarahisar, Eskişehir, Tokat, Uşak, Yozgat, Ordu û Giresunê yên Tirkiyê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Parêzgariya Enqerê her îro li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê vê yekê de peyamek belav kiriye û dibêje, “Li gor pêşbîniya Rêveberiya Saziya Keşnasiyê roja Yekşemê 23ê Nîsanê li beşeke zêde ya herêmên welatê me û bi taybet li parêzgeha me dê baraneke zêde bibare û li beramber lehî, brûsk û bahozê dive tedbîrên pêwîst bên wergirtin û di çûnûhatinê de hişyarî hebe.”

Zêdetirî hefteyekê ye li seranserî Tirkiyê û bi taybetî li parêzgehên herêma erdhejê baran zêde dibare û li çend parêzgehan bû sedema zerara canî û madî.