Partiya Çep a Kesk bernameya xwe ya mitingên hilbijartinê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Çep a Kesk (YSP) ragihand ku sibe 24ê Nîsanê dest bi mitingên xwe yên hilbijartinên 14ê Gulanê dikin û yekemîn mitingên wan jî li parêzgeha Colemêrg û navçeya Sîlopî ya parêzgeha Şirnexê ne.

Li gor daxuyaniya Partiya Çep a Kesk, roja Duşemê 24ê Nîsana 2023an mitîngên wan li parêzgeha Colemêrgê û navçeya Sîlopî yên  Bakurê Kurdistanê destpê dikin û dê 13ê Gulanê bi mitîngên li Stenbol û Amedê bi dawî bibin.

Herwiha di çarçoveya bernameya YSPê de hevserokên partiya wan Cigdem Kiliçgun Uçar û Ibrahim Akin, Hevserokên HDPê Pervin Buldan û Mithat Sancar û partiyên hevpeymaniyê û hevserok û berdevkên partiyên hevpeymaniyê jî wê ji 4 aliyan ve kar û xebatên hilbijartinan birêve bibin.

Li gor bernameyê di navbera 24ê Nîsanê û 13ê Gulanê de dê li 65 navendên cûda mitîng bên sazkirin. Yekemîn miting jî roja Duşemê 24ê Nîsanê li parêzgeha Colemêrgê bi beşdarbûna Hevseroka HDPê Pervin Buldan tê saz kirin. Hevseroka YSPê Çigdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî mitinga hevdem a li Sîlopiyê dibe.