Desteya Bilind a Hilbijartinan hejmarek şand dişîne derveyî Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dê çend şandeyan bişîne nûnertiyên li welatên Ewropayê.

Ji bo hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ên serokkomarî û parlamenteriyê li 75 welat û 156 nûnertiyên derveyî Tirkiyê “Desteyên Sindoqan” hatine avakirin.

Desteyên Sindoqan beriya 27ê Nîsanê ku dê wê rojê dengdan destpê bike dê şandeyan bişîne nûnertiyên li welatên Ewropayê.

Li gor zanyariyan di vê çarçoveyê de şandên YSKê dê li nûnertiyan lêkolînan bikin û ji bo kêmasiyên hene bên temamkirin û bo hilbijartineke tendirûst dê kar û xebatan birêve bibin.

Li gor YSKê di hilbijartinên 14ê Gulana îsal de li derveyî Tirkiyê 4 hezar û 969 sindoq tên danîn û 3 milyon û 286 hezar û 786 dengder dê dengên xwe bikar bînin.