Di lêpirsîna Doza Kobanî de bo 48 kesan daxwaza girtinê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Doza Kobanî de 48 kesên hatibûn desteserkirin bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Li gor agahiyan di çarçoveya lêpirsîna Doza Kobanî ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hatibû destpêkirin 48 kesên ku 12ê Nîsanê hatibûn desteserkirin bi daxwaza girtinê bo dadgehê hatin şandin.

Herwiha 48 kesên ku bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hatibûn desteserkirin bi îdîayên “Rêveberî û endamtiya rêxistinê û fînansekirina terorê” ev 10 roj in li Rêveberiya Emnî ya Enqerê dihatin girtin û îro 23ê Nîsana 2022ê bo dadgehê hatine veguhestin.

Di lêpirsîna Doza Kobanî de li 12ê Nîsana 2022ê 13 parêzgehan rêveberên şaredariyê jî di nav de bo 91 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 48 kes hatibûn desteserkirin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, korîdoreke mirovî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê di ser sînorên Tirkiyê re were rawestandin.

Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku hevserokên berê yên HDPê ne di doza Bûyerên Kobaniyê de ligel 108 endamên din ên HDPê tên darizandin ku 22 ji wan niha di girtîgehê de ne.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê  yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.