Di 7 salan de 494 zarokên karker jiyana xwe ji dest dan

23-04-2021
RÛDAW
Nîşan Zarokên Karker Cînayetên Kar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurditanê û Tirkiyê li gorî hejmarên fermî, bi sed hezaran zarokên karker hene û di nav heft salên dawî de 494 zarokên karker li kar jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) 720 hezar, li gorî lêkilînên DÎSKê nêzikî 2 miliyon zarokên karker di sektorên cur be cur de tênê xebitandin. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin ji sedî 48 zarokên karker di sektora çandiniyê de kar dikin û ji sedî 78ê zarokan jî ne fermî didin xebitandin.

Rastiyeke din ya di derbarê zarokan de ku tê piştguhkirin jî zarokên ku kar dikin ji sedî 48 di navbera 5-10 salî de ne. Ji sedî 18 di navbera 12-14 salî de ne. Grûpa 15-17 salê yak u dikare bi fermî kar bike tenê ji sedî 25 e.

Mijareke giring ya di derbarê karkerên zarok de jî ku hersal bi dehan zarok di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.

Li gotî danyên Encûmena Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar a Tirkiyê (ISIG) di navbera 2013an û 2020an de 494 zarokên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.

Tevî qedexeya bo zarokan di dema pandemiyê de, sala borî 68 zarok di cînayetên kar de mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst