Hevserokê HDPê: Mustafa Kemal cidiyeta pirsa Kurd dizanî

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê dibêje, damezrênerê Komara Tirkiyê Mustafa Kemal, "di haya giranî û cidiyeta pirsa Kurd de bû û hewl dida çareser bike."

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li parlamentoya Tirkiyê, di rûniştina taybet bi 100mîn salvegera damezrandina parlamentoya wî welatî, gotarek pêşkêş kir.

Hevserokê HDPê di wê gotara xwe de, qonaxa damezrandina yekem parlamentoya Tirkiyê bibîr xist û got ku wê parlamentoyê di şert û mercên zehmet de, kongreyên xwecihî encam didan.

Mîthat Sancar diyar kir ku nûnerên hemû pêkhateyên olî û netewî di parlamentoya yekem de hebûn û her kes bêyî ku nasnameya xwe veşêre di wê parlamentoyê de cihê xwe digirtin û diyar kir, “Ev yek ji girîngtirîn wesfên parlamentoya yekem bû.”

Hevserokê HDPê got ku parlamentoya yekem li ser bingeha serweriya gel hatibû avakirin û beşdariya rêveberiyên xwecihî di biryaran de, misoger kiribû.

Herwiha di dewama axaftina xwe de, Sancar amaje bi destûra 1921an kir û got ku ew destûr li ser du bingehan hatibû avakirin ku ew jî weke “cîbicîkirina serweriya gel û çareserkirina pirsa Kurd” rêz kirin.

Mîthat Sancar diyar kir, damezrênerê Komara Tirkiyê, Mustefa Kemal Ataturk, “di haya giranî û cidiyeta pirsa Kurd de bû” û hewl da ku vê pirsê bi “serweriya gel û demokrasiyê çareser bike û wê demê gelek hewl dihatin dayîn, lêbelê ew rêya ku ji bo çareserkirina vê pirsê hatibû dîtin ku ew jî demokrasiya xwecihî û serweriya gel bû, hat terikandin.”

Hevserokê HDPê got jî, “serweriya gel, hem demokrasiya giştî û hem demokrasiya xwecihî li xwe digire” û ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî tekez kir ku divê sîstemeke xwecihî bê avakirin ku xelk xwe birêve bibe  û misogeriyeke yasayî bo wekheviya nasnameyan bê pêkanîn.