Li Stenbolê festîvala gulên lale destpê kiriye

23-04-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Di destpêka biharê de li her dereke Stenbolê lale tên çandin û xelkê bajêr laleyê bi yek ji hêmayên Stenbolê dizanin.
Di destpêka biharê de li her dereke Stenbolê lale tên çandin û xelkê bajêr laleyê bi yek ji hêmayên Stenbolê dizanin.
Nîşan Tirkiye Stenbol Gulên Lale
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi hatina bihare re careke din bax û bostanên Stenbolê bi lale û helaleyan xemilîn û festîvala taybet bi laleyan jî li Stenbolê destpê kiriye. Xelkê Stenbolê Laleyê wek yek ji hêmayên vî bajarî dibînin û ev gul di meha Nîsanê de li çardorên bajêr tê çandin û xelk bi kêfxweşî li park û baxên bajêr digere. Herwiha li Sultanahmetê jî xalîçeyekî mezin ji laleyan hatiye amadekirin.

 

Li bax û bostan û parkên Stenbolê îsal dîsa bi hatina biharê re laleyên reng bi reng û cor bi cor kulîlk vekirin. Bi boneya werzê laleyan li bajêr festîvala laleyan jî destpê kiriye û xelk di nava baxên laleyan de bi kêfxweşî geşt dikin.

 

Hejmarek welatiyên Stenbolê di derbarê festîvala gulên laleyê de nêrînên xwe ji Rûdawê re tînin ziman.

 

Abdulalîm Yildiz yek ji welatiyên Stenbolê dibêje: “Lale kevneşopiyeke Osmaniyan e. Li vî welatî, li Stenbolê ew lale rengekî, xweşiyekê dide. Nîşana hatina biharê ye û engûrengin. Xelk tên lê digerin û wêneyan digirin. Bi şev pêlên xwe digire û serê sibê ji nûve vedike. Lale başe.”

 

Aynûr Sînay jî dibêje: “Ez gelekî bextewer im. Min xwest ku bi taybetî em li vir wêneyên xwe bigirin. Bihar e û daweta me jî lê hat. Derdor jî gelekî xweş e. Her der kulîlk û lale ne.”

 

Di çarçoveya 14mîn Festîvala Laleyan de her cor û rengên laleyan kirasê bajêr yê biharê xemilandin.  Li keviyên rêyan, li cihên geşt û dîrokî, bêhna lale û simbûlan li bajêr pehn dibe. Li meydana navdar Sûltanahmet jî xalîçeyekî 1453 metre çargoşe ji laleyan hate çêkirin.

 

Adem Yetîş nêrîna xwe di derbarê gulên laleyê de wiha tîne ziman: “Gelekî xweşik e, tiştekî nûwaze ye. Ji bo bibîrxistina serdema laleyan ew tiştekî gelekî baş e. Ji bo geşityaran jî balkêş e. Nûwaze ye.”

 

Alî Cîvelek jî gula laleyê bi guleke Stenbolî dizane û dibêje, ji Stenbolê ve ew gul çûye Hollandayê û ji cîhanê belav bûye. Ew dibêje: “Ji xwe lale ji Stenbolê çûye Hollanda û li wir li cîhanê belav bûye. Di serdema Osmaniyan de ew sêmbolbûye. Niha jî werzê wê ye û ew rêwresm gelekî girîng e. Fîgura lale ji tekstîlê bigire hetanî xalîçeyan weke desen hatiye bikaranîn. Divê ew bê jîndarkirin.”

 

Bi boneya festîvala heleleyan li park û mêrgên bajêr zêdeyî 26 milyon lale hatin çandin. Cara ewil îsal tu lale nehaten hawirdekirin û temamê laleyan li nava Tirikye hatine gîhandin. Li Teksîmê jî dîsa gultank hatin danîn û lale li wir jî pişkivîn.

 

Di heman demê de li meydan û baxên mezin, gelek sehne û stand jî hatine danîn û li van deran çalakiyên cûrbecûr bi rê ve diçin. Zêdeyî sed corên laleyan li mêrg û baxên bajêr hatin çandin. Lale ji dema Osmaniyan vir ve weke sîmgeya Stenbolê tê qebûlkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst