RAPIRSIYA HERÎ DAWÎ – Di tura yekem de ti namzet %50 derbas nake

Navenda Nûçeyan – Li gor rapirsiya herî dawî ya Şirketa Lêkolînan Gezicî di hilbijartina serokamariya Tirkiyê ya 24ê hezîranê de tura yekem ti nemzad benda %50 derbas nake.

 

Li gor encamên rapirsiya Şirketa Lêkolînan Gezicî ji sedî 72 xelkê Tirkiyê di wê baweriyê de ku rîkeberiya serokomariyê dê di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Seroka Gişrî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener de derbas bibe.

 

Şirketa Lêkolînan Gezicî di navbera 14 û 15ê Nîsanên de li 21 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 3 hezar û 864 kesan rapirseyek kir.

 

Encamên rapirsiyê wiha ye:

 

Recep Tayyip Erdogan 43.5,

Meral Akşener 18.6,

Ahmet Turk 11.1,

Kemal Kılıçdaroglu 9.7,

İlker Başbug 9.5,

Abdullah Gul 5.3,

Temel Karamollaoglu 1.5,

İlhan Kesicî 0.5,

Yilmaz Buyukerşen 0.4.

 

Li gor rapirsiyê yekem hilbijartin bimînin tura duyem jî encam wiha ye:

 

Erdogan 45.6,

Akşener 41.8,

 

Eger heman rikeberî di navbera Abdulah Gul û Erdogan de be ev encam derdikeve:

 

Erdogan 42.8,

Gul 23.5

 

Encamên pirsa hûn dê dengê xwe bidin kijan partiyê jî wiha ye:

 

 

AK Parti 45.8,

CHP 19.7,

MHP 7,

İYİ Parti 16.3,

HDP 9.7,

Partiya Saadetê 0.8