ROJEVA RAGIHANDINÊ - Ji Şirnexê diçe Rio

23-04-2016
RÛDAW
A+ A-


KARAR


Ji Şirnexê diçe Rio...


Xurşîd Arak xortê 24 salî ji bajarê Şirnexê diçe Rio de Jenerio bo pêşbirka rakirina xelterê. Xurşîd Atak ku li Tirkiye bû yekmîn û xelat wergirt, xelata xwe diyarî da bi serokamar, serokwezîr û şehîdan, herwiha daxwaza aştiyê kir bo bajarê xwe.


- Rapororeke analîtîk li ser profîla DAIŞiyan: Li Ewrûpa meha çûyî zanyariyên nasnameyî yên 22 hezar DAIŞiyan bi dest ket. Di encama vekolîna li ser van kesan de, ew kesên ku bi zêdeyî ji Awrûpa tevlî rêxistinê dibin bi giştî xwedî pileyeke baş in di xwendinê, tenpmenê wan ciwan in heta bi 27 salî, gelek ji wan xwedî pileya diktora ne di xwendina xwe de lê belê zanina wan ya li ser îslamê kêm û lawaz e..

SABAH


Ne wesayet lê însan be divê ya li pêş...


AKP şêweyê sazkariya destûra nû aşkere kir. Naveroka wê dê li ser azadiyan be bi şêweyekî sivïl. Dê nema kes bi wesayetan bibe xwedî erk. Destûra nû dê li ser esasê sîstema serokatiyê bê pê û kurttir be ji ya heyî. Şêweyê dewletê, paytextê wê û ala wê naguhere. Li şûna "zimanê dewletê Tirkî ye" dê îbareya " zimanê fermî Tirkî ye" cî bigre.

MILLIYET


Îro cejna zarokan e lê herî zêde roja 1000 zarokên sêwî ne ku bavê wan şehîd bûne.

STAR


Cejna Ewrûpa ye ev cejn...

Ewrûpaya  ku herdiçe berev nifûseke pîr ve diçe niha çavê xwe berdaye zarokên penaberan. Bi tenê li Almanya vê salê 8 hezar zarok winda bûn. Zarokên ku bi zorê ji malbatan tên wergirtin didin malbatê krîstiyan. Penaberên ku ji ber şerr xwe bi zor û zahmetî dighînin bi Ewrûpa, çawa dighîjin wir rastî tacirên zarokan dibin. Li gor amarên dawî hejmara zarokên penaber yên windabûyî gihîşt 10 hezaran. Serokê konseya Tirk ya mafên zarokan, Tacedîn Yatkin, malbatên ji Sûrî hatî, beramberî 10 hezar Euro ku dike mesrefê 3 mehan ji bo wan, zarokên xwe difroşin. Ev danûstandin bi destê mafyayekê pêk tê ku pêwendîdar e li gel rayedarên dewletê û dewlet deng nake li ser vê yekê.


Îngïltere ku nahêle penaber derbasî nav dewleta wan bibe, meha berê bi daxuyaniyekê ragihand ku amade ye 3 hezar zarokên penaberan wergire. Ev yek ji nîşaneya herî eşkere ye ji bo radeya karesatê.

VATAN

Her meh 1122 kes...

Dewletên Awrûpa biryar wergirtin ku bi dirêjahiya 4 mehan her mehê bi qasî 1122 penaberî wergirin ji Tirkiye. Ev penaber hemû dê yekser ji kampên li Tirkiye bên wergirtin. Polonya, Slovakya û Komara Çek ragihandin ku bi tu awayî dê ji penaberan kesî wernegrin. Norwej bi 218 kes, mehane welatê yekemîn e ku herî zêde penaberan wergire. Fransa û Îtalya li pey wê tên. Almanya ku heta niha hejmara penaberan lê gihîştiye 1 milyonî, dê mehane 100 kesî wergire.

- Li demên pêş me dê qaîdeyên exlaqî bên ferzkirin li ser parlamanteran.

TARAF

Polemîka hevjinê şoreşger..

Berî kongreya giştî li nav MHPê guftûgo germ dibin. Aligirê serokatiya partiyê Meral Akşener tometbar kir ku bi yekî şoreşger re zewiciye.

- 4 Akademîsyenên ku girtî bûn ji ber îmzekirina daxwaznameya aştiyê, serbest man.

BÎRGUN

Li gel ku AKP dixwaze vê roja cejna zarokan ji holê rake jî cejn dîsa jî tê pîrozkirin. Lê belê di bin siya îstîsmar, kuştin û rêjeya hejariyê de derbas dibe ev cejin.

- Hikûmet ji bo çi ji TMMOB( jûra endezyar û avahîsazên Tirkiye) hez nake? Ji berku TMMOB û dibistanên pîşeyî yên girêdayî pê ve, bi hewldan û raporên xwe yên zanyarî û teknîkî her tim rêberiyê dikin ji bo projeyên avedanî. Di wan projeyên ku ji alî hikûmetan ve bi rê ve diçin ji bo avedaniya an jî bi dest xistina erdên giştî ku tên dabînkirin bo saziyên taybet an jî kesên serbixwe, ji bo rêgirî li hember van hewldanan pêk bê xebatên zanyarî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst