Van welatan “Jenosîda Ermeniyan” nas kirine

Dusseldorf (Rûdaw) - Heta niha 21 welatan jenosîda li dijî gelê ermenî bi fermî nas kiriye.

Tê çaverêkirin ku sibe Almanya jî ji bo qetliamên li dijî gelê ermenî di navbera salên 1915 û 1918 de li ser axa Tirkiye îro peyva jenosîd, ango gelkuji bikarbîne.

Heta niha van welatan qetlîamên li dijî gelê ermenî weke jenosîd nas kirine:

Ûrûguay (1965)

Qibris (1982)

Rûsya (1995)

Yewnan (1996)

Belçîka (1998)

Îtalya (2000)

Vatîkan (2000)

Libnan (2000)

Frensa (2001)

Swîsre (2003)

Kanada (2004)

Slovakya (2004)

Holenda (2004)

Lîtvanya (2005)

Venezuela (2005)

Şîlî (2007)

Arjentîn (2007)

Swêd (2010)

Bolîvya (2014)

Awisturya (2015)

Almanya (2015)

Jibilî parlementoyên van welatan, Parlementoya Ewropayê jî ji sala 1987ê ve qetlîamên li dijî gelê ermeni weke jenosîd bi nav dike. Parlementoya Ewropayê herwiha van rojan bangî Tirkiyeyê jî kir ku bi boneya 100. salvegera destpêka qirkirina ermeniyan di 24ê Nîsana 1915ê de li Stembolê, Tirkiye jî wan bûyeran weke jenosîd nas bike, da ku deriyê diyalogê di navbera wê û gelê Ermenî de vebe. Tirkiye bi tundî li dijî binavkirina wan bûyeran weke jenosîd derdikeve.

Piştî ku duh Parlementoya Awisturyayê jî jenosîda ermeniyan bi fermî nas kir, Tirkiyê bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da û konsolê xwe ji bo şêwrê ji Awisturyayê vekişand.

Herwiha wiha tê çaverêkirin ku sibe li Parlementoya Almanyayê jî bîranîna qirkirina Ermeniyan bê kirin û di wê bîranînê de bûyerên destpêka sedsala 20an weke jenosîd werin binavkirin.

Li gorî rojname almanî “Die Welt“, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji vê gava Almanyayê aciz bûye û pêr bi rêya telefonê bi Merkel li ser vê mijarê axiviye û nerazîbûna xwe diyar kiriye û hewl daye ku Almanyayê ji vê yekê vegerîne.