Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê li hemberî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu nerazîbûn nîşan da û girtina wî wekî darbeyeke li dijî demokrasî û edaletê bi nav kir.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku ji 19ê mehê ve bi îdiaya “gendelî û alîkariya rêxistinê” desteserkirîbû bi biryara dadgehê hat girtin.
Girtina Ekrem Îmamoglu bû sedema nerazîbûnan.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nerazîbûn nîşanî girtina Ekrem Îmamoglu da û ev gava Hikûmeta Tirkiyeyê wekî darbeyeke li dijî demokrasî û edaleta Tirkiyeyê bi nav kir.
Tuncer Bakirhan di peyama xwe de ragihand ku Îmamoglu bi hincetên bê bingeh û bi armancên siyasî hatiye girtin û got:
“Girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu midaxaleyeke siyasî ya li dijî îradeya bi milyonan welatiyan e.
Ev helwêsta ku bi rojan e, alozî û nearamiyê li Tirkiyeyê zêde dike, bi berdewamî zererê dide aştiya navxwe ya Tirkiyeyê.
Darbeya ser îradeya 16 milyon kesan, aloziyên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê zêdetir dike.
Ez vê nehiqûqiyê ku mafê gelê Stenbolê yê hilbijartinê tine dihesibîne bi tundî şermezar dikim.
Ez bang dikim ku ev biryar bilez were hilweşandin.
Em dê li ser têkoşîna xwe ya li dijî zeftkirina îradeyê ji Colemêrgê heta Stenbolê bi biryardarî berdewam bin.”
📍İstanbul Büyükşehir Belediye Başkanı Sayın Ekrem İmamoğlu’nun uydurma gerekçeler ve siyasi saiklerle tutuklanmasını en güçlü şekilde reddediyoruz!
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) March 23, 2025
📍İstanbul Büyükşehir Belediye Başkanı Ekrem İmamoğlu’nun ve arkadaşlarının tutuklanmasıyla, milyonlarca yurttaşın iradesine…
“Em bi tundî şermezar dikin”
Tulay Hatimogullariyê jî diyar kir ku desthilatê fermana girtina Îmamoglu daye û anî ziman:
“Em girtina birêz Îmamoglu bi tundî şermezar dikin.
Stenbol tê wateya tevahiya Tirkiyeyê.
Biryara girtinê ya li dijî îradeya hilbijartî ya vî bajarî bi temamî bi armancên siyasî hatiye dayîn û ev yek dê bibe şerma vê desthilatê.
Em bang dikin ku ev biryara derbarê birêz Îmamoglu hatiye dayîn careke din di ber çavan re were derbaskirin û hemû kesên ku li gel wî hatine girtin di demeke kurt de werin berdan.
Mafê kesî nîne ku ji bo berjewendiyên xwe darazê bi kar bîne û li dijî 85 milyon welatiyan midaxeleyî îradeya gel bike.”
📍İstanbul Büyükşehir Belediye Başkanı Ekrem İmamoğlu’nun ve arkadaşlarının iktidar talimatlı yargı tarafından tutuklanması adalet ve demokrasiye dönük darbedir. Şimdiden kara bir leke olarak tarihe geçmiştir. Sayın İmamoğlu’nun tutuklanmasını en güçlü şekilde kınıyoruz.…
— Tülay Hatimoğulları (@TulayHatim) March 23, 2025
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 19ê mehê di operasyonekê de ji du lêpirsînên cuda bi tohmeta “gendelî” û “alîkariya rêxistinê” hatibû desteserkirin.
Di heman lêpirsînan de bi giştî biryara desteserkirina 106 kesan hatibû dayîn.
Ekrem Îmamoglu îro di lêpirsîna gendeliyê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Ji her du lêpirsînan ji 92 kesên desteserkirî heta niha 21 kes hatine girtin û 9 ji wan jî ji aliyê dagdehê ve hatine berdan.
Kar û barên îfadeyê yên kesên din jî berdewam in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse