Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan da zanîn ku ji bo PKK kongreya xwe bicivîne divê zemîneke guncav hebe.
Tuncer Bakirhan tevlî bernameya Haberturkê bû li ser mijarên wekî “banga Abdullah Ocalan a danîna çekan” û "Lihevkirina li Bajaran" axivî.
Tuncer Bakirhan li ser mijara "Lihevkirina li Bajaran" a ku di lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de cih girtiye, wiha got:
"Em 40 sal in bi van îdiayan re têdikoşin, bi van îdiayan tên darizandin. Xelkên ku çiya nedîtiye, Qendîl nedîtiye, çek negirtine destê xwe 9-10 sal in di zîndanê de ne.
Em di partiya siyasî ya 12an de ne. 11 heb an hatin girtin an jî em neçar man ku em wan bigirin.
Ma bila zarokên bavekî ku demekê endamê HDPyê bûye nexebitin? Ma bila kar nakin, ma qanûnek heye ku dibêje kar nake? Ma serokê şaredariyê berpirsiyarekî DEM Partiyê telefoî rayedarekî nake?"
“Ji bo Amedê jî derbasdar e”
Bakirhan diyar kir ku têgeha "Lihevkirina li Bajaran" tenê ji aliyê DEM Partiyê ve tê bikaranîn û li pey çû:
"Bê guman ‘Lihevkirina li Bajaran’ têgehek e ku em bi kar tînin. Bi me re tiştek bû ku li ser hatiye nivîsandin, li gelek deverên herêmî hatiye bicîkirin û encam jê hatiye girtin.
Gava ku dibêjin 'Hevalbendiya Tirkiyeyê' ne sûc e lê demê ku dibêjin ‘Lihevkirina li Bajaran’ dibe sûc?
Lihevkirina li Bajaran têgeheke vekirî ye, çawa ku naverok vekirî ye, nav jî zelal û vekirî ye.
Em behsa lihevkirinekê dikin. Em behsa vê hevkariya birêvebirinê ya ku partiya me nîqaş kiriye dikin. Em bi biryara Lihevhatina li Bajaran re înîsiyatîvê didin herêmê.
Lihevkirina li Bajaran di heman demê de ji bo Amedê jî derbasdar e. Ji 100 hezaran zêdetir delege çûn ser sindoqan û birêvebirên xwe hilbijartin.
Me şêwazek bi kar anî ku li cîhanê ti partiya siyasî neceribandiye."
"Em bê deng namînin"
Bakirhan derbarê cihê DEM Partiyê yê di nav mixalefetê de axivî û got:
"Bê guman pêvajoyek heye. Ji bo meşandina wê pêvajoyê em di nav ziman û pratîkekê de ne ji ber ku pêvajoyeke hestyar, xwedî girîngî û baldarî ye.
Ji aliyekî ve jî rewşa me ya mixalefetê berdewam dike.
Me niha, bang hat kirin, em ji ber vê bangê li hemberî van girtinên li dijî Serokê Baroya Stenbolê û birêvebiriya wê û tayînkirina qeyûman li ser wan bê deng namînin."
Tuncer Bakirhan diyar kir ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 4ê Gulanê li Milazgirê daxuyanî dabû û gotibû, "Bila kongra xwe ya rêxistinê li dar bixin û xwe fesix bikin" û amaje pê kir ku Milazgir cihê yekemîn e ku Tirk û Kurdan hevpeymaniya xwe çêkiriye û her duyan bi hev re deriyên Anatolyayê vekirine.
“Bila zemîneke guncav were amadekirin”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê banga Bahçelî bi bîr anî û got:
"Birêz Bahçelî di rastiyê de got bila Ocalan were Meclisê û di koma DEM Partiyê de jî biaxive lê ev çênebû.
Niha ku amaje bi 4ê Gulanê dike, Milazgir ji hêla dîrokî ve cihekî girîng e.
Milazgir di rastiyê de cihê yekemîn e ku Tirk û Kurdan hevpeymaniya xwe çêkiriye, bi hev re deriyên Anatolyayê vekirine.
Girîng e, dîrokî ye. Rêxistin dibêje ez dê çekan deynim. Got, em dê bersivê bidin banga Ocalan.
We jî dişopand, cara yekem bi vî awayî daxuyaniyeke zelal da lê got ji bo ku kongre were lidarxistin, pêwîst e zemîn were amadekirin.
Bi dîtina min bila ew zemîn were amadekirin. Wê demê em dê bibînin ka rêxistin di vê mijarê de çi qasî ji dil e. Em nikarin li vir tiştekî li ser navê rêxistinê bibêjin.
Birêz Erdoganê ku ev mijar da destpêkirin û Birêz Bahçelî jî di heman demê de got, ‘Di Tirkiyeyeke ku şerê çekdarî lê nîne de em dikarin her tiştî biaxivin, nîqaş bikin.’
Di rastiyê de Ocalan bi xwe jî heman tiştî li Îmraliyê dibêje. Ew jî dibêje em dikarin vê mijarê bi diyalogê jî çareser bikin.
Hemû kes qebûl dike ku pirsgirêkek heye. Dibêjin piştî ku ev navgîn ji holê rabe, ti tişt nîne ku em neaxivin, nîqaş nekin û ji bo çareseriyê rê nebînin."
Bakirhan: Pêşveçûn dê bandorê li Sûriyeyê jî bike
Bakirhan di bernameyê de bal kişand ser Sûriyeyê jî û got:
"Pêşveçûna ku em bigihêjinê dê bandorê li Sûriyeyê jî bike. Dê bandorê li Îran, Îraq û Ewropayê jî bike.
Helbet eger em karibin bigihin çareseriyê dê Sûriye jî ji vê bandorê bibîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse