Zeydan Karalar dê bibe Serokê TBByê

23-03-2025
RÛDAW
Nîşan Zeydan Karalar Ekrem Îmamoglu TBB Stenbol Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) û Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Ekrem Îmamoglu, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar dê bibe Serokê TBByê.

Li gorî nûçeya ku di Rojnameya Bîrgûnê de hatiye belavkirin, Serokwekîlê TBByê û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar dê li şûna Îmamoglu wekî Serokê TBByê were erkdarkirin.

Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê dê roja çarşemê bicive û serokatiya Karalar pesend bike.

Çi bûbû?

Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" ya dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de, ji 89 gumanbaran 48 kes, di nav de Ekrem Îmamoglu, hatin girtin û ji bo 41 kesan cezayên kontrola edlî hatin standin.

Di çarçoveya lêpirsîna 'Lihevkirina Bajaran' de, daxwaza girtina Îmamoglu ya serdozgeriyê hat redkirin.

Ekrem Îmamoglu ku di çarçoveya lêpirsîna bertîlê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat girtin ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê derbarê biryara jikardûrxistina Îmamoglu wiha got:

"Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu; bi hinceta sûcên Qeydkirina Daneyên Kesane yên Dijî Hiqûqê, Bertîl Xwarin, Xerakirina Îhaleya Saziyên Giştî, Avakirina Rêxistinê bi Armanca Kirina Sûc, li ser girtina bi biryara 23.03.2025 a Dadgeha Cezayê Sulh a 10emîn a Stenbolê ya bi hejmara lêpirsînê 2025/347 hatiye girtin; li gorî madeya 127emîn a Destûra Bingehîn û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya bi hejmara 5393, wekî tedbîrek demkî ji aliyê Wezareta Navxweyî ve ji wezîfeyê hatiye dûrxistin."

Li aliyê din Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê ji bo hilbijartina Alîkarê Serokê Şaredariyê bicive.

Parêzgaruta Stenbolê her wiha diyar kir ku Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê ji bo hilbijartina Alîkarê Serokê Şaredariyê 26ê Adarê roja çarşemê saet 13.00an bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst