Stenbol (Rûdaw) - Agirê Newrozê li bajarê herî mezin ê ku Kurd lê dijîn li Stenbolê gur bû. Newroza îsal a Stenbolê wekî yek ji Newrozên herî mezin ên salên dawî tê dîtin.
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Stenbolê bi sed hezaran kes li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji Rûdawê re bi taybet axivî û got, "Em dê bi ser bikevin, serkeftin a Kurdan e"
Banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza îsal da. Peyameke berê ya Ocalan hat ser ekranê û xelk bi slogan û çepikan azadiya Ocalan xwestin.
Wekî bertek li hemberî gotinên Mansur Yavaş, li Newroza Stenbolê hejmara Ala Kurdistanê zêdetir bû û ciwanên Kurd bi pankarteke mîzahî bersiv dan Yavaş.
Newroza Mezin a Stenbolê li ber stranên Kurdî bi dîlan û govendê bidawî bû.
Kurdê Stenbolê Celal Duman got, "Kurdistanê silav dikim û Newroza xelkê me pîroz dikim. Çar perçe Kurdistan li Stenbolê ye.”
Kurda Stenbolê Denizê got "Em dixwazin aştî çêbibe."
"Bila ev Newroz bibe wesîleya aştî û tifaqa Kurdan"
Hunermendê NÇMyê Ciwan Weysî diyar kir, "Em bi hêvî ne ev Newroz bibe wesîleya aştî û tifaqa Kurdan."
Pîrozbahiya Newrozê bi pêşengiya HDK, DEM Partî û TJAyê ve û bi slogana “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” hat lidarxistin.
Kurda Stenbolê Nurtenê got, "Newroz ji bo pir xweş e. Bila xelk hev bigre û Demîrtaş azad bibe."
Ciwanê Kurd Mehmet Şirin Salgi wiha anî ziman, "Divê ji bo aştiyê mafên Kurdan bê dayîn."
Ciwanê Kurd Ronî wiha got, "Ji bo hemû Kurdan ez Newroza Kurdistanê pîroz dikim."
"Serkeftin a Kurdan e"
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji Rûdawê re bi taybet axivî û got, "Em dê bi ser bikevin, serkeftin a Kurdan e" û wiha pê de çû:
"Îro bi sedhezaran kes li vir in. Ez gelê Stenbolê, gelê Kurd pîroz dikim. Em bi hêvî ne ev bibe sedema aştiyê."
Banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan mohra xwe li Newroza îsal da. Peyameke berê ya Ocalan hat ser ekranê.
Xelk gelek caran slogana “Bijî Serok Apo” hildan û posterên Ocalan hatin hilgirtin.
Mijara girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoglu jî bû rojeva Newrozê.
“Gelê Kurd li çar aliyê cîhanê ji bo Newrozê li ser pêyan e"
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanakê got, "Îro gelê Kurd li çar aliyê cîhanê ji bo Newrozê li ser pêyan e.
Ez hêvî dikim rêz li îradeya Kurdan ku di Newrozan de derdikeve holê bê girtin û pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratik bê çareserkirin.”
Parlamenterê Suryanî yê DEM Partiyê George Aslan wiha anî ziman:
"Ez li vir ji Stenbolê Newroza gelê Kurd pîroz dikim û dixwazim cejna Newrozê bi zimanê xwe Suryanîkî jî pîroz bikim."
"Tiştê ku li Demîrtaş hat kirin niha li Îmamoglu jî hate kirin"
Encumenê CHPê yê Şaredariya Stenbolê Cabbar Bariş wiha axivî:
"Tiştê ku li Demîrtaş hat kirin niha li Îmamoglu jî hate kirin. Di şexsê Îmamoglu de zilm li Stenbol û Tirkiyeyê hat kirin."
Piştî axaftinên nîjadperestî yên Şaredarê CHPyî yê Enqereyê Mansur Yavaş yên li mîtînga Saraçhaneyê, li Newroza Stenbolê hejmara Ala Kurdistanê zêdetir bû û ciwanên Kurd bi pankarteke mîzahî bersiv dan Yavaş.
Newroza Stenbolê bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", li ber stranên Kurdî bi dîlan û govendê bidawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse