Parêzgeha ku herî zêde ciwan lê hene kîjan e?

23-03-2024
RÛDAW
Nîşan Moskow Êrişa Çekdarî TUÎK Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna TUÎKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê parêzgeha ku rêjeya nifûsa herî kêm kal û pîr lê hene Şirnex e.

Herwiha parêzgeha ku rêjeya nifûsa herî zêde kal û pîr lê hene Sînop e.

Encamên Lêkolîna Profîla Extiyaran a Tirkiyeyê ya 2023yan a ku ji aliyê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ve hat kirin, bi raya giştî re hat parvekirin.

Li gorî amarên TUIKê yên sala borî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 milyon û 722 hezar û 806 kes hene ku temenê wan 65an jî zêdetir e û ew jî ji sedî 10.2yê nifûsa giştî ya Tirkiyeyê ye.

Li gorî lêkolînê rêjeya kesên ku temenê wan di ser 65an re ye ji sedî 44,5 mêr û ji sedî 55,5 jî jin in.

Herwiha hejmara kesên ji 65 salî mezintir herî kêm li parêzgehên Şirnex, Colemêrg û Rihayê ne.

Parêzgehên ku rêjeya kesên temen mezin herî kêm lê hene ev in:

Şirnex: Ji sedî 3,5

Colemêrg: Ji sedî 4

Riha: Ji sedî 4,2

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst