Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Mêrdînê yê AK Partiyê Suleyman Çelebî, beşdarî CHPê bû û ligel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu civiya.
Partiya Gel a Komarî (CHP) ragihand, Kemal Kiliçdaroglu li navenda partiyê bi Suleyman Çelebi û kurê wî yê parêzer Mehmet Sait Çelebi re civiya. Kiliçdaroglu rozeta CHPê bi Suleyman Çelebi û kurê wî xist, ku beşdarê CHPê bûn.
Cîgirê Serokê CHPê Oguz Kaan Salici, Endamê Meclîsa Partiyê Devrim Bariş Çelik û Şêwirmendê Kemal Kiliçdaroglu Abdurrahman Yarguci jî beşdarî civînê bûn.
Suleyman Çelebi, 5 heyaman parlamenteriya Mêrdînê kir. Heyamên 17emîn û 18emîn ji Partiya Rêya Rast, heyamên 20emîn û 21emîn ji Partiya Anavatan û heyama 23emîn jî ji AKPê parlamenteriya Mêrdînê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse