Tirkiye: Em dev ji S-400 bernadin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiye yê Îsmaîl Demîr dibêje niyeta wan tuneye dev jî S-400ên  Rûsî berdin.

Li gorî ku di medyayên Tirkiye de hatiye belavkirin, piştî îdiayên ku digotin Amerîka ji Tirkiye xwestiye sîstema S-400 ku berê ji Rûsyayê kirîbû bide Ukraynayê, Serokê Pîşesaziya Berevaniya Tirkiyê Îsmaîl Demîr bertek nîşan daye û red kiriye ku Tirkiye vê sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî bide Ukraynayê.

Îsmaîl Demîr ji medyayên Rûsyare axiviye û gotiye: “Ev bo me ne mijara gotinê ye. Me ev mijar berê gotubêj kiriye û em niha bi Rûsyare re hevkariya xwe berdewam dikin. Tirkiye bi xwe polîtîka û rêya tê re biçe diyar dike.”

Heftiya derbasbûyî hinek çavkaniyan ji Reutersê re ragihandibûn ku Amerîka bi rêyên ne fermî ji Tirkiyê xwestiye ku sîstema berevaniya mûşekî ya S-400 ku ji Rûsya kiriye bide Ukraynayê daku li dijî êrişên Rûsyayê û ji bo parastina xwe bikar bîne.

Herwiha hatibû gotin, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Wendy Sherman jî dema serdana Tirkiyê kiribû, bi awayekî nerasterast ev mijar bi rayedarên Tirkiyê re gotubêj kiriye.