Gergerlîoglu serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da

23-03-2021
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergerlîoglu HDP Dadgeha Destûrê Serlêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina biryara hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina biryara li ser hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu serî li Dadgeha Destûra Bingeîn da. Berî serlêdanê Gergerliogli ligel Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Erol Katircioglû û parêzerên xwe li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniyek da.

Gergerlioglu got: "Ligel ku min tawan nekiriye jî parlamenteriya min hat betalkirin. Her kes bi vê neheqiyê dizane. Lê belê hinek mirov hê jî bêdeng in. Li holê bêhiqûqiyek heye ku sibe dikare bê serê we jî. Li beramberî vê yekê bêdeng nemînin. Îro li min, sibe li we, piştre wê li mirovên din bê kirin. Ya ku pê têm tawanbarkirin parvekirineke min a li ser Twîtterê ye. Ti evdekî Xwedê nîne ji vê re bibêje tawan. Ji bo famkirina vê bêhiqûqiyê ne pêwîst e mirov hiqûqnas be."

Gergerlioglu diyar kir ku siyasiyan dadwerî xistine bin kontrola xwe û got, bi rêya vê serlêdana wan Dadgeha Destûra Bingehîn dikare rê li vê yekê bigire. Gergerlioglu ragihand ku ew li benda biryareke dadmend in û got: "Ez mafê xwe ji Dadgeha Destûra Bingehîn dixwazim. Ev der rawestgeha dawî ye."

Piştî Dadgeha Bilind 2 sal û nîv cezayê girtîgehê yê Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu pesend kir, Gergerlioglu bi hinceta “binpêkirina azadiya ramanê” serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Gergerlioglu mînakeke serlêdana xwe jî ji Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop re şandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst