Fahrettîn Koca hejmara tûşbûyên bi Koronayê li Wanê aşkere kir

23-03-2020
RÛDAW
Nîşan Fahrettîn Koca Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca derbarê hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê li bajarê Wanê û herwiha seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê konferanseke rojnamevaniyê encam da.

Fahrettîn Koca di wê konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir ku wan dermanek nû ji Çînê anîne.

Derbarê egera ragihandina qedexeya hatinûçûnê de jî Koca got, “Her kes dikare rewşa xwe ya awarte îlan bike, pêwîst nîne her tim dewlet rabigihîne.”

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê derbarê hejmara qurbaniyên wê vîrusê de jî ragihand ku heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane û diyar kir, “Li Wanê jî haletek nû nîne. Tûşbû hene lê hejmara wan ne ji 10an zêdetir e.”

Koca diyar jî kir ku li seranserê welat, haletên tûşbûna bi Koronayê hatine tomarkirin û derbarê temenê wan kesên bi Koronayê ketine jî diyar kir, “Heta temenê 91ê hene, li jêr temenê 60ê 2 nexweş hene. Di navbera temenê 50-60 du nexweş hene. Jibilî wê hemû li jorî temenê 61ê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst