MÎT êdî dikare operasyonan li dijî polîsan li dar bixe


Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya yekemîn a saziya dadwerî û dozgeriyê li Tirkiyê (HSYK) roja 21ê adarê biryarek nû standin, li gor vê biryarê êdî di bin navê sîxortî û casûsiyetê yan jî guhdarkirina ne rewa de, rêxistina îstixbarata Tirkiyê (MÎT) dikare li hember karmendên ewlekariyê û jendirman çi li hundirê Tirkiyê û çi jî li derve, operasyon û lêpirsînan li dar bixin û dadgehkirina van dozên wiha jî dadgeha cezaya çaremîn a Enqerê xwedî erke.

Roja 22yê adarê derbarê tawana ku deng hatine tomar kirin û tomarên deng hatine revendin ji bo derve de, berpirsê rêveberiya darayî ku yek ji rayedarên operasyonên 17ê kanûna 2013an bû û tev 10 rêveberên beşan, ji kar hatin girtin û lêpirsîn bi wan re destpêkir.

Herwiha dîsa di heman rojê de, berpirsê saziya tekoşîna li dijî terorê û 21 karmendên wê saziyê ji kar hatin dûrxistin û ketin bin lêpirsînan û bi tometa ku zanyariyên operasyonan û îsbatên wê tine kirine, kopî kirine û ji derve re şandine, 51 berpirs û karmendên ewlekarî û polîsan ketine lêpirsînê.

Ji aliyekî din ji wan rêvebrên ewlekarî û polîsan ku ketibûn lêpirsînan 21 kes ji kar hatin avêtin û doz li wan hat vekirin û li tevahiya Tirkiyê di 22yê adarê de 40 rêveberên îstixabaratê yên polîsan dest li ser çekên wan hat dayîn û ew ji kar hatin dûrxistin.

Li hemberê van bûyeran û ji kar avêtina polîs û karmendên ewlekariyê, berpirsê ewlekariya bajarê Dêrsîmê Hayatî Yilmaz nameyek ji hikûmet û rêveberên xwe re nivîsand û daxwaza ji kar kişandinê kir.

Yilmaz di nameya xwe de ku li hemû medyaya Tirkiyê belav bûye de ragihand “Ew karmendên polîsan ku bi salane li dijî rundiyê û terorê şer dikin û hemû fedekariyên pêwîst dikin, bê ku tometeke wan hebe û bê agahî û iznên berpirsên wî ji kar tên dûrxistin yan jî ciyên wan tên guhertin”.

Yilmaz herwiha got “Ev kiryarên hikûmetê ne li gor rêveberiyên hemdemî ne û bandoreke nerînî û xirab li ser karmendan çê dike, ji ber wê jî ez daxwaza dest ji kar kişandinê ji erka xwe dikim”.