Stenbol: Kesekî hevjîna xwe û 2 keçên wê kuştin

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê kesekî hevjîna xwe û 2 keçên wê bi çekê kuştin û reviya.

Bûyerê li taxa Fatîh Sultan Mehmeta navçeya Umraniye ya Stenbolê rû da.

Li gorî zanyariyan kesekî bi navê Suat G. li malê gule li hevjîna xwe ya bi mehra olî Yasemîn U. û keçên wê Zelîha G.ya 31 salî û Mîne G.ya 30 salî reşandin û reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û di pişkînan de diyar bû ku dayîk û her du keçên xwe li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina Suat G. xebat dane destpêkirin.

Li gorî Platforma Em Dê Kuştinan Jinan Rawestînin Kanûna Paşîna 2024an herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û mirina 21 jinan jî biguman e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst