Berpirsekî Artêşa Sûriya Azad: Krîzeke tund li nav Kampa Rukbanê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Ji navçeya Tinifê li başûrê rojhilatê Sûriyê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de ye, Ebdulrezaq el-Xidir, berpirsê ofîsa ragihandina artêşa navborî ji Rûdawê re ragihand ku ji nêzî mehekê ve kirîzeke tund a kêmbûna her tiştî  li nav Kampa Rukbanê heye. Ji nav kampê jî, koçberekî Sûrî behsa rewşa xirab a kampê kir.

Kampa Rukbanê li navçeya Tinifê li başûrê rojhilatê Sûriyê ye. Kamereyê dîmenên hejarî û kambaxiya rewşa nav wê kampê kişandin û taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê şandin.

Berpirsê Ffîsa Ragihandina Artêşa Sûriyeya Azad Ebdulrezaq el-Xidir ku navçeyê kontrol dike ji Rûdawê re ragihand ku ji nêzî mehekê ve kirîzeke tund a kêmbûna nan li nav kampê heye.

Ji nav kampa Rukbanê, koçberek ji Rûdawê re axivî û got, kirîza her tiştî di nav kampê de heye.

Koçberê Kampa Rukbanê dibêje: “Rewşa vê kampê karesatbar e. Di hemû waran de. Bi taybetî di van mehên dawiyê de. Nan nîne, xwarin nîne,  rê qutkirî ye. Milîsên rejîmê rê qut kirine. Ji zêdetirî mehekê ve, libek ard derbasî kampê nebûye. Em bangewaziya xwe arasteyî cîhanê dikin, di hawara me werin, di hawara zarokên me werin, di hawara pîremêr û jinbiyên me werin. Em îro hewcedarî we ne, alîkariya me bikin. Em hêvî dikin hûn alîkariya me bikin û li rewşa me binerin."

Rûbera navçeya Tinif nêzî 6800 km². Kampa Rukban ji 2015an ve hatiye dirustkirin. Nêzî 10.000 kes di nav kampê de niştecî ne. Navçe ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad û encûmeneke xwecihî ve tê birêvebirin.

Binkeyeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyê heye. Binkeyeke tendirustiyê biçûk û bêîmkan li kampê heye. Tenê perestyar di binkeya tendirustiyê de kar dikin.