Alî Babacan spasiya Herêma Kurdistanê kir

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Alî Babacan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan spasiya welatan kir ku ji ber herdu erdhejên navenda wan Mereş, alîkarî ji herêmên erdhejê re şandine. Babacan bi vê boneyê spasiya Herêma Kurdistanê jî kir.

Piştî erdhejên ku navenda wan Mereş bû û bandor li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, zêdetirî 100 dewlet û rêxistinên navneteweyî yan beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûn yan jî alîkarî şandin

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li ser hesabê xwe yê Twittera alên welatên ku ji erdhejên Mereş alîkarî kirine belav kir.

Di nav welatên ku Babacan spasiya wan kiriye, Herêma Kurdistanê jî heye. Babacan bi heşt zimanan spasiya wan welatan kir ku Kurdî jî di nava wan de heye.

Babacan dibêje: “Em spasdarê  xwîşk û birayên xwe yên ku di rojên zehmet de ji çar aliyên cîhanê destê alîkariyê dirêjî wan kirine ne."

Wezareta Derve ya Tirkiyê di vîdyoya xwe ya spasiya wan welatan de ku çend roj berê belav kiribû, Herêma Kurdistanê ku malzemeyên alîkariyê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi kamyonan şandibûn Tirkiyê, cih negirt.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî berî çend rojan spasiya welatên ku alîkarî şandine kiribû, lê behsa Herêma Kurdistanê nekiribû û ev yek jî bibû sedema nerazîbûnê hinek aliyên siyasî.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê bûn, zirareke mezin gihandin 10 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

Bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustî û Navxwe yên Herêma Kurdistanê bû yekemîn tîm ku bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BFC) çû herêmê.

Di vê çarçoveyê de li gel tîmeke alîkariyê ya ji 40 kesan pêk dihat ambulans û pizîşk şandin Tirkiyeyê û piştre jî tîmeke rizgarkirinê ya ji 200 kesî, 30 ambûlans, 45 bijîşk, karwaneke alîkariyê ya ji 40 wesayîtan û zêdeyî sed makîneyên giran şandin bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdhejê yên li li hemû bajaran kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi xwe serdana devera erdhejê kir û di çadirên wan de bi mexdûrên erdhejê re civiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst