Li herêma erdhejê 156 hezar avahî dê bên hilweşandin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Murat Kurum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bajarvanî û jîngehê yê Tirkiyê Murat Kurum ragihand ku wan pişkînina 1 milyon û 188 avahiyên parêzgehên li navçeyên erdhejê temam kirine ku 4 milyon û 371 yekeyên niştecîbûnê li xwe digre û destnîşan kir ku 156 hezar avahiyên ku di erdhejê de ziyanên mezin dîtine, dê bên rûxandin.

Wezîrê Bajarvanî û jîngehê yê Tirkiyê Murat Kurum piştî civîna li navenda koordînasyona karesatê ya li Kilîsê daxuyanî da û diyar kir ku li 11 parêzgehên ku ji erdhejê zirar dîtine xebatên tesbîtkirina zirarê berdewam dikin.

Murat Kurum amaje ragihand ku heta niha 43 hezar û 624 avahî ku ji 125 hezar û 181 yekeyên niştecîbûnê pêk tên wek avahiyên zerareke navîn dîtîne an jî kêm zerar dîtine hatine diyarkirin dê careke din bên kontrolkirin û li gor wê yekê dê biryar bê dayîn.

Kurum got: “Di çarçoveya xebatên wan yên li navçeya erdhejê de, lêkolîna 1 milyon û 188 avahiyên ku ji 4 milyon û 371 hezar yekeyên niştecîbûnê pêk tên, hat temamkirin. Di vê çarçoveyê de wan 507 hezar beşên serbixwe di 156 hezar avahiyên hilweşandî de destnîşan kirin ku bilez bên hilweşandin.”

Wezîrê Bajarvanî û jîngehê yê Tirkiyê herwiha da zanîn ku ew bi lez û bez xebatên xwe li qadên sitargehên demkî yên bo mexdûrên erdhejê dimeşînin û got: “Em li gorî daxwazên welatiyên xwe konteynir, avahiyên prefabrîk û avahîsaziya pola yên demkî ava dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst