Dadgeha Destûrê: Mafê Dayikên Şemiyê hatiye binpêkirin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê, li ser serlêdana dayikekê Şemiyê biryar da polîs “mafê xwepêşandanê” binpê kiriye û divê bo wê dayikê 13 hezar û 500 lîre qerebû bê dayîn.

Qeymeqamiya Beyoglu ya Stenbolê, 25ê Tebaxa 2018an bi hinceta ku “nehatine agahdarkirin” rûniştina 700emîn a Dayikên Şemiyê qedexe kiribû. Piştî biryara qeymaqamiyê polîs êrîşî civîna Dayikên Şemiyê, ku li Qada Galatasarayê kom bûbûn, kiribû û 23 kes desteser kiribûn. Piştre li derbarê 46 kesên ku beşdarî hevdîtina Dayikên Şemiyê bûn doz hatibû vekirin.

Wê demên endama Dayikên Şemiyê Maside Ocak jî rûbirûyê tundûtûjiya polîsan bû û hat desteserkirin. Maside Ocak, li dijî polîsan gilî tomar kir, lê Serdozgeriyê doz red kir û piştre Dadgeha Stenbolê jî doz red kir.

Maside Ocak li dijî biryarên dadgehên herêmî serî li Dadgeha Destûrê da. Dadgeha navborî derbarê serlêdana Maside Ocak de biryar da.

Dadgeha Destûrê, bi hevdengî biryar da “binpêkirina qedexeya tundûtûjiyê” nayê qebûlkirin û bi piraniya dengan biryar da “mafê civîn û xwepêşandanê hatiye binpêkirin”.

Dadgeha Destûrê herwiha biryar da, ji ber mafê wê hatiye binpêkirin divê 13 hezar û 500 lîre qerebû bo Maside Ocak bê dayîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst