Nêrîna welatiyan li ser grev û berxwedana karkeran

23-02-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêrîna Welatiyan Greva Karkeran Qeyrana Aboriyê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana aboriyê ya Tirkiyê piştî sersalê kûrtir dibe û dibe sedema bertek û nerazîbûna xelkê. Ji sersalê û vir ve li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê karker ji bo mafên xwe daketin qadan, kar dan rawestandin û li berxwe dan. Karkerên ku daxwaza mûçeya hewce û başkirina şertûmercên kar dikin, li gelek cihan biserketin, lê li hin cihan karker ji karên xwe bûn.

Tîma Rûdawê li ser grev û berxwedana karkeran ji bo nêrîna welatiyan werbigre daket taxa Merterê ya bi ser Gungorena navçeya Stenbolê û ji welatî û karkeran pirsî:

Li gelek bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê karker ji bo mafên xwe daketin qadan. Li gelek deveran karker kar dan rawestandin û li berxwe dan. Karker daxwaza mûçeya hewce û başkirina şertûmercên kar dikin. Tu grev û berxwedana karkeran çawa dibînî?

Karker Şohret Calap dibêje “Helbet em piştgirî didin karkeran. Çima em piştgirî nedin? Zem hatiye ser her tiştî, divê bo karkeran jî zêm bên dayîn.”

Karker Fuat Unlu got “Em ji dil û can piştgirî didin karkerên ku dikevin grevê. Lê hikûmet ji bo wan tu pêngavekê navêje. Karker hêj dengê xwe dernaxin, derhal polîs tê wan digrin. Em kedkar in, heta êvarê hemaliyê dikin. Li vir jî hema problemek çêbibe polîs û zabita tên ser serê me.”

Welatî Ramazan Demirci ragihand “Karker her daîm mafdar e. Her tişt ji sedî %150 zêde bûye. Yanê her tişt biha bûye. Kirê, sebze, fêkî, heqê rê hemû biha bûye.”

Karkerên Trendyol, Migros, Yemeksepeti û yên gelek kompaniyan ketibûn grevê. Piştî berxwedana karkeran, karsaz mûçeyên wan zêdekirin. Piraniya civak û mixalefetê piştgirî dan karkeran. Polîs çend caran midaxele li karkeran jî kiribûn.

Malnişîn Hecî Hesen diyar kir “Tu heqek karkeran niye. Jixwe dahatûya wan hemû dihele, tiştek ji wan re namîne. Karkerên ku mehaniya herî kêm distîne yanê bi 4.250 lire wê çawa debara xwe bike. Jixwe hin ji wan derdora 2 hezar û 500 lire mehanî digre. Jixwe halê teqawidan ne ti hal e, rezalet e. Malbatên wan perişan in. Heqê kirê, elektrîk, av , gaza xwezayî wê çawa ji heq werin der?”

Karker Cemal Can dibêje “Ez wek karker li tekstilan dixebitim. Bi rastî jî mehanî gelek kêm e. Jiyan û kelûpel gelek biha bûye. Divê êdî rayedar midaxele li vê rewşê bikin. Çi dibe li welatiyan dibe yanê. Heyf e. Wê ev welat ber bi ku ve biçe? Welatê ku wê tevli Yekitiya Ewropayê bibe hêj tengasiya aboriyê dikşîne.”

Welatî Fatih Akdemir got “ Em ji karsazan vê yekê dixwazin; divê heqê karker û xebatkaran bi heq û edalet bidin wan. Niha rewşa dinyayê jî ne baş e. Yanê bes li Tirkiyê na. Lê divê bi awayekê adil em ji hevûdin re bibin alîkar.”

Li gelek deveran karker ji ber daxwazên xwe ji kar hatin avêtin. Piraniya karkerên ketine grevê Kurd in. Beşekî ji karkeran endamên sendîkayan in. Krîza aboriyê karker û welatiyan dixe tengasiyekê mezin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst