Nerazîbûna dijî êrişa ser xwendekarên Kurd

23-02-2022
RÛDAW
Beşek ji xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê ku li dijî êrişa li ser 3 xwendekarên Kurd kombûneke nerazîbûnê saz kirine. Wêne: Skrînşot ji vîdyoya li ser twitterê.
Beşek ji xwendekarên Kurd ên Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê ku li dijî êrişa li ser 3 xwendekarên Kurd kombûneke nerazîbûnê saz kirine. Wêne: Skrînşot ji vîdyoya li ser twitterê.
Nîşan Antalya Zanîngeha Akdenîzê Xwendekarên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê grûpeke nîjadperest a Tirk êrîşî 3 xwendekarên Kurd kiribûn, pişt wê êrişê xwendekarên heman zanîngehê li dijî van êrişan nerazîbûn nîşan dan.

Piştî êrişa nijadperestan ku têde sê xwendekarên Kurd birîndar bûbûn, li dijî êrişên bi vî rengî yên bo ser xwendekarên Kurd hejmarek xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê li navenda zanîngehê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan.

Xwendekarên beşdar di wê çalakiya nerazîbûnê de tekez kirin ku ew dê li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin.

Xwepêşandereka Kurd di çalakiya nerazîbûnê de axivî û ragihand, “Îro li nexweşxaneyê 3 hevalên me ji ber nasnameya xwe ya Kurdî û ji bo berevanî li çanda xwe dikirin û zimanê xwe diparastin, li Nexweşxaneya Akdenîzê razayî ne. Kesên vê yekê bo me rewa dibînin, bila bizanibin ku Kurd ji zanîngehan dernakevin, dê mafê xwe yê perwerdê bikar bînin û dê bi awayekî azad bi nasnameya xwe li her qadê hebin. Çeteyên faşîst nikarin me rawestînin. Çeteyên faşîst nikarin mafê me yê perwerdê ji me bistînin. Em li vir in, em ji ya xwe nayên xwar. Em her dem hebûn, em hene û em dê hebin. Em dê bi nasnameya xwe ya Kurdî dijî nijadperestiyê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe her roj mezintir bikin û li vir bin. Bila ev bê zanîn û bihîstin, ti kes nikare gefa mirinê li me bixwe. Di zanîngehan de ti kes nikare gefa mirinê li xwendekaran bike.”

Roja Sêşemê 22ê Sibatê li Zanîngeha Akdenîzê grûpeke nîjadperestên Tirk, ku ji nêzîkî 30 kesan pêk dihat li nav kampusa zanîngehê êrîşî xwendekarên bi navê Botan Artûç, Feyzî Akan û Hatîce Tong kiribûn û ew birîndar kiribûn.

Botan Artûç û Feyzî Akan bo Nexweşxaneya Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê hatibûn veguhestin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst