HDPê bang li hikûmetê kir: Yan Dolmabahçe yan rêkevtineke nû

23-02-2020
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Hevserokê HDPê Tirkiye Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê nû yê HDPê Mîthat Sancar amadebûna partiya xwe ragihand bo pêkanîna her rêkevtinekê bi mebesta çareserkirina pirsa Kurd û bang li hikûmetê kir, “Werin em bi rêkevtina Dolmabahçeyê dest pê bikin, an jî rêkevtineke nû.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyê îro çaremîn kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) birêve çû. Di wê kongreyê de li gel Pervîn Buldan, Mîthat Sancar weke hevserokê nû yê HDPê hat hilbijartin.

Hevserokê nû yê HDPê Mîthat Sancar berî destpêkirina dengdana bo hilbijartina hevserokan di kongreyê de gotarek pêşkêş kir û amadebûna partiya xwe ragihand bo ‘çarserkirina pirsa Kurd û pêkanîna aştî û aramiyê’.

Mîthat Sancar di gotara xwe de HDP weke ‘partiya hêviyê’ pênase kir û got ku HDPê vê hêviya xwe jî ji ‘kesên li ber xwe didin û evîndarên azadiyê ne’ werdigire.

Mîthat Sancar got jî, “Niha dema wê ye em destkevtên xwe ava bikin. Ji bo avakirina demokrasî, azadî, aştî û dadweriyê dem hatiye.”

Hevserokê nû yê HDPê di gotara xwe de bang li partiyên siyasî û hikûmetê jî kir û amadebûna HDPê bo aştiyê ragihand û got, “Ji pêwîst be em dê bikin, eger pwêsîtî bi berdêlê hebe em amade ne. Ji bo aştiyê kesek gavekê biavêje, em amade ne bi kîlometreyan biçin.”

Mîthat Sancar herwiha amaje bi rewşa Rêbeberê PKKê Abdullah Ocalan kir ku niha li Îmraliyê girtî ye û got, “Deriyên Îmraliyê vekin ku deriyê aşiyê vebe. Eger rêya aştiyê vebe, Ocalan dê girîngtirîn rolê bigire.”

Herwiha Mîthat Sancar amaje bi rêkevtina Dolmabahçe kir ku di dema proseya aştiyê de ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatibû encamdan û bang li hikûmetê kir ku eger ew rêkevtinek din jî bixwazin ew amade ne.

Mîthat Sancar got jî di mijara pêkanîna aştî û çareseriyê de ew amade ne erka dikeve berê wan pêk bînin.

Di dewama gotinên xwe de Mîthat  Sancar amaje bi krîz, alozî û rewşa li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhilata Navîn û herwiha lêgerîn û rêkevtinên di navbera di navbera dewletên herêmî û cîhanî de kir û got, “Rêkevtin li Astana, Soçî û Qesra Spî nîne, werin em maseyan li Enqere,  Amed, Qamişlo û Şamê ava bikin.”

Mîthat Sancar got jî ji bo aştiyê ew di qonaxeke krîtîk de de û diyar kir, “Ewlekarî bi S-400 û Patriotan pêk nayê. Pêdiviya herî mezin a gelan wekhevî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst