Rojeva Tirkiyê – “Esed-Apo li kêleka hev”

Operasyona Efrînê Berdewam e

 

Rojnameyên Tirkiye îro mijarên pir cor li manşetên xwe nivîsîne. Piştî demeke gelekî dirêj cara ewil rojname hejmarek ewqasî zêde ji mijaran weke manşet parve kirine. Bi giranî dîsa manşet li ser geşedanên êrîşa Efrînê ne. Şandina tîmên taybet, çûyîna arteşa Sûriye bo Efrîne, mijara Minbicê û çend xalên din bi berfirehî weke manşet hatine hilbijartin.

Tîmên taybet ên ku ji leşker û polîsan pêk tên gihîştin navenda Nizîpê. Karvanê ku li çend bajaran bi merasîmên girseyî hatin verêkirin li vê navçeçeyê jî bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Qurman hatin serjêkirin û govend hate gerandin ji bo tîmên ku ji bo derbasbûna Efrînê hatine vê navçeyê.

 

Manşetên têkildarî vê mijarê:

 

Sabah: Efrîn ji me re cejn û dîlan e

 

Komandoyên me yên ku ji çar aliyê welêt bo Efrînê bi rê ketin, ji 7 saliyê hetanî 70 saliyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin verêkirin.

 

Mîllîyet: Bêyî guhdana xelkê di rêya xwe de berdewam in

 

Erdogan diyarkir ku li Efrînê hezar 829 kes hatine kuştin û got, “Rast ne rast gelet tişt derdikevin û têne gotin. Lê bêyî ku em guhê xwe bidin wan, am di rêya xwe de berdewam in.”

 

Yenî Şafak: Merasîma definkirinê li baregeha DYAyê

 

Amerîka ya ku piştgiriya çekî ya bê sînor dide PKKê, niha jî ji nenazeyên wan xwedî derdikeve. Terorîstên biyanî yên ku di çarçoveya Çiqilê Zeytûnê de hatine kuştin, bo baregehên DYAyê yên li Hasekê û Rimêlanê têne veguhestin. Pişt re jî bo welatên wan têne şandin.

 

Vatan: Esed-Apo li nik hev

 

Milîşeyên girêdayî Esed ên ku piştî topbarana Tirkiye tenê bi çend seyareyan karîbûn bigihîjin Efrînê, doh bi endamên PYD-YPGê re gihîştin hev. Posterên Apo û Esad hatin hildan.

 

Takvîm: Tevgera Taybet

 

Endezyarê Gumuşhaneyî ji ber kêloyên wî negirtin leşkeriyê. Lê wî, dev jê berneda, ji bo ku biçe Efrînê nexwer, venexwer û xwe jar kir.

 

Ortadogu: Em fersendê nadin

 

Wezîrê Karên Derve Mevlût Çawûşoglû diyar kir ku di operasyona li hemberî Efrînê de armanc PKK, PYD û DAIŞ e û wiha got: Helwesta me zelal e. Em ne dijberê tu kesîne ku li hemberî PKK-YPG û DAIŞê şer dike. Lê em fersendê nadin wan kesan ku ji bo parastina PKK/YPGyê hatine vir.

 

Yenî Bîrlîk: DYA nîgeran e

 

Piştî ku Tirkiye da xuyakirin ku ew êdî li benda gavên berbiçav e, bandora wê li Washîngtonê bû. Li gorî agahiyan Amerîka ya ku famkiriye da ku ewê bi gotinan êdî nikaribe Tirkiye bixapîne, li ser pakêteke pêşniyazan dixebite.

 

O. Demokrasî: Derewan dikin

 

Hikûmeta ku ji roja ewil vir ve rastiyên êrîşa li ser Efrînê vedişêre, bi eşkereyî derewan dike. Alîkarê Serokwezîr Bozdag dibê, “Pozê sivîlekî jî xwîn nebûye”. Lê Meclîsa Tenturistiyê ya Efrînê diyar dike ku 27 zarok, 21 jin bi giştî 176 sivîl hatine qetilkirin.

 

Êrîşên Li Rojhilatê Xûtayê

 

Êrîşên ku li Xûtaya Rojhilat a nêzikî Şamê jî li Tirikye di rojeva siyaset û medyayê de cihê fireh digirin. Li ber konsolxaneya Rûsyayê çalakiyek hatibû lidarxistin û medya Tirkiye di van êrîşan de tawanên giran li Rûsyayê digirin.

 

Manşetên Têkildarî vê Mijarê

 

Hurriyet: Qetliyam

 

Hejmara qurbaniyên ku li Rojhilatê Guta ya ser bi Şamê ve ye ji 400 kesî bihorî. Ji sedî 50yê qurbaniyan zarok in.

 

Star: Hun qetlîama sivîlan baş dizanin

 

Amerîka ya ku bi behaneya ku qaşo demokrasiyê dibe erdnîgariya cîhanê veguhestiye xwîn û hestiran, bêyî ku li rabirdûya xwe binêre, li hemberî Tirkiye kampanyayên qirêj birêve dibe da ku li Efrînê qetliama sivîlan tê kirin.

 

Karar: Him lê dixe him pirs dike

 

Hejmara sivîlên ku li Gutayê hatine kuştin ji 300î derbas bû. Rûsya ya ku bi balefirên xwe piştgiriyê dide êrîşan jî, ji bo ku xelk bêje hassas e, mijar veguhest bo Neteweyên Yekbûyî. Pispor dibêjin; Rûsya di wê armancê de ye da ku Gutayê bîne ser maseyê û nêrîna li hemberî xwe biguhire.

 

Mîllî Gazete: 400 hezar kes di navberê de maye

 

Li Herêma Rojhilata Gutayê ya Sûriye di nava 3 rojên dawîn de zêdeyî 250 kes bûn qurbanî. 400 hezar kes li ber çavên cîhanê di nava dojehê de dijîn. Li herêmê mizgeft, dibistan, cihên tenduristiyê jî di nav de gelek cîhûwar di bin bordûmana rejîmê de ne.

 

Tifaqa Hilbijartinan

 

Weke tê zanîn li Tirkiye êdî derfet heye ku partiyên bixwezin beriya ku beşdarî hilbijartinan bibin di nava xwe de tifaqan pêk bînin. Pêşniyaza AKP û MHPyê bo parlemenê hat şandin û wan herdû partiyan tifaqa xwe eşkere kirin. Niha jî tifaqên din ên eger têne gotûbêjkirin.

 

Manşetên Têkildarî vê Mijarê

 

Sabah: Bi tifaqa cûmhûr dê milet destê xwe bikin destê hev

 

Tifaqa Cûmhûr ya ku piştî lihevkirina MHP-AKPê bo parlemenê hate şandin, derdorên wetanperwer kêfxweş kir.

 

Yenî Çag: Bo MHPê parlemen bo CHPê kêmîne

 

Armanca AKPê ya di şandina pêşniyara 26 madeyî de bo parlemenê eşkere bû: Da ku MHPê bikêşe nava parlementoyê û CHPê jî neçarî tifaqa bi HDPê re bike.

 

Mîlat: Xelkê nexapînin

 

Bozdag diyar kir ku tifaq nayê wateya koalîsyonê lê ew tê wateya derketineke pêşberî xelkê ya samîmî û wiha got, “Di cî de ye da ku HDP û CHP ya ku di her mijarê de hemaheng in di nava hev de tifaqekê pêk bînin.”

 

Fabrîqeyên Şekir Têne Firotin

 

Hikûmeta Tirkiye ji bo ku 14 fabrîqeyên şekir ên ku aidî dewletê  ne bifiroşe xebatek da destpêkirin. Ew yek dibe sedema rexne û dijberiya opozisyon û xebatkarên wan fabrîqeyan

 

Manşeten Têkildarî vê Mijarê

 

Aydinlik: Em nahêlin fabrîqeyên me bêne firotin

Bi sedhezaran xelkê ku debara xwe li wan fabrîqeyan qezenc dikin bi dirûşma ‘emê nehên fabrîqeyên me bêne firotin’ ketin nava liv û tevgerê. Tenê li Tûrhalê di nava du rojan de zêdeyî 50 hezar îmze hatin berhevkirin.

 

BîrGun: Bila noş û şekir be

 

Piştî ku AKPê pêvajoya firotina 14 fabrîqeyên şekir da destpêkirin, pêvajoya herdû fabrîqeyên li Eskîşehîr û Enqere jî destpê dike ku ew xwedî eraziyên gelekî giranbiha ne. Tê gotin ku holdîng û karsazên ku nêzikî hikumetê ne niha ketine dorê da ku wan bidest bixin.

 

Testdirêjiya li hemberî zarokan

 

Mijara îstîsmar û destdirêjiya li hemebrî zarokan berdewam e ku di rojeva Tirkiye de cihê xwe biparêze. 6 wezaretan bi hev re xebatek dan destpêkirin û ji bo yasayeke nû xebat têne kirin. Di çarçoveya vê xabatê de xesandina kîmawî jî bi firehî tê nîqaşkirin.

 

Maşetên Têkildarî vê Mijarê

 

HaberTurk: Bajar bi bajar şopandina zarokan

 

Di plana têkoşîna li hemberî destdirêjiya li ser zarokan de herî pêşî ew gav tê avêtin da ku hejmara navendên şopandina zarokan ku li 28 bajaran hene, bê zêdekirin.

 

Evrensel: Zarok bêdeng nebû lê dadê ew bêdeng kir


Biryareke din ya xelet di warê destdirêjiya li ser zarokan de derket. Bavê îstismarkar hate berdan û dayîkê tabloya reş welêt rawe kir: Zarok û dayîk bêdeng nabin lê dad wan bêdeng dike.”

 

Amnesty: Li Tirkiyê opozisyonbûn tawan e

 

Rêxistina Efûya Navdewletî ango Amnesty Rapora xwe ya bi navê, “Li Cîhanê Rewşa Mafên Mirovî” eşkere kir. Rapora ku rewşa 159 welatan dinirxîne diyar dike ku Tirkiye ew welat e ku hejmara herî zêde rojnameger lê girtî ne. Li gorî raporê hikumet hemû nêzikahiyên mixalîf weke tawan bi nav dike û binpêkirina mafan zêde ye.

 

Manşetên Têkildarî vê Mijarê

 

Cumhuriyet: Opozisyonbûn bûye tawan

 

Li gorî rapora Amnesty, li Tirkiye hemû corên ciyawaz ên dengan, di hedefa hikumetê de ne.

 

Gendelî Zêde Bûye

 

Li gorî rêxistina navdewletî ya bi navê Rêxstina Rûhnikiyê Tirkiye di nava 180 welatan de di rêza 81an de cîh digire. Li gorî raporê Tirikye li gorî sala çûyî 6 derence di carekê re li dû xwe hiştine û gendelî zêde bûye.

 

Manşetên Têkildarî vê Mijarê

 

Yûrt: Em di warê gendeliyê de berjor diçin