Encama DNAyê derket: Kesê xwekuj Abdubakî Somer e!

23-02-2016
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Teqîn Enqere TAK Sonmer YPG
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Encamê testa DNAyê ya teqîna Enqerê aşkere bû û hat ragihandin, kesê bikerê teqîna Enqerê endamê TAKê Abdulbakî Somer e!

Li gor agahiyan ji çavkaniyên dozgeriyê hatine standin di encama lêkolînan de derket holê kesê teqîna Enqerê pêk anî endamê Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) Abdulbakî Somer e.

Parçeyên ji laşê Musa Somer hatine wergirtin  û yê bikerê teqîna Enqerê di encamê testa DNAyê de diyar bû ku wekhev in.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ragihand, cenazeyê bikerê teqîna Enqerê Abdulbakî Somer li Saziya Tipa Dadî ya Enqereyê hatiye parçekirin.

Malbata Abdulbakî Somer dê were agahdarkirin û heger di nava 3 rojan de cenaze ji aliyê malbata wî ve neyê standin dê bê binaxkirin.

Şeva 17ê Sibatê li paytextê Tirkiyê bajarê Enqerê teqînek bihêz çê bû û di encamê de 28 kes hatin kuştin û 61 kes jî birîndar bûn.

 

Êriş ji cure xwekujî bû û bi rêya otomobîleke bombekirî pêkhat. Êrişê cadeya Dikmen (cadeya dewletê) li Enqerê kire armanc ku çend avahî û dezgehên giring ên dewletê û hikûmetê li wir in.

 

Piştî derbasbûna 12 saetan bi ser wê teqînê ve roja pênşemî 18ê Sibatê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand, ku ew gihîştine nasnameya kesê xwekuj. Davutoglu got, kesê xwekuj xelkê navçeya Amûdê li Rojavayê Kurdistanê ye û navê wî Salih Mihemed Necar e û da xuyakirin, ku endamê YPGê ye.

Heya niha derbarê bûyerê de 14 kes ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst