Rapirsî - Li Tirkiyeyê dadperwerî heye yan na?

Wêneyê temsîlî / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ASALê, ji sedî 71ê beşdaran gotiye li Tirkiyeyê dadperwerî nîne.

Kompanyaya Lêkolînan a ASALê encamên rapirsiya "Gelo li Tirkiyeyê dadperwerî heye yan na" belav kirin.

Rapirsî di navbera 10 û 14ê Kanûna Paşîn a 2025an de li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi 1800 kesî re hatiye kirin.

Li ser pirsa “Li Tirkiyeyê dadperwerî heye an na?” piraniya beşdaran ku ev rêje ji sedî 71 e gotiye “Dadperwerî nîne” û ji sedî 21,1ê wan jî gotiye “Dadperwerî heye”.

Her wiha ji sedî 7,9ê beşdaran jî bersiv nedaye pirsê.

Heman kompanyayê Tebaxa 2024an jî heman rapirsî kiribû û rêjeya kesên ku gotibû “Dadperwerî nîne” ji sedî 74 bû.