2 endamên grûbeke muzîkê ji ber stranên Kurdî hatin desteserkirin

23-01-2023
RÛDAW
Nîşan Grûp Hevra Desteserkirin Omer Faruk Gergelioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kocalelî yê Tirkiyê 2 endamên grûba muzîkê ya Hevra ji ber gotina stranên Kurdî hatin destserkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Wezareta Dadê ya Tirkiyê etîket kir û got: “Li Daricaya Kocaeliyê duh piştî konsera Encûmena Ciwanan ya HDPê hunermend Gencay Morkoç û Yusuf Keleş ji ber stranên ku bi Kurdî gotine hatin destserkirin. Di sedsala 21an de hîn jî bi vê hincetê desteserkirin? Wan azad bikin.”

Grûba navborî jî karvedan nîşan da û got: “Em careke din bang li desthilatê dikin  ku tehemila wan bo stranek Kurdî jî nîne, ev guvaş me paşvenabin.”

Şeva borî 22ê Çileya 2023an piştî konsera Encûmena Ciwanan a navçeya Darica ya Kocaelî 2 endamên Grûba Muzîkê ya Hevra Yusuf Keleş û Gencay Morkoç bi hinceta ku stranên Kurdî gotine ji aliyê hêzên Ewlekariya Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Parlamenterê Kocaeliyê yê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu  roja Dûşemê 23ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û karvedan nîşanî destserkirina wan 2 endamên grûba muzîkê ya Hevra da.

Gergerlîoglu di peyama xwe de Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî etîket kiriye û dibêje: “Li Daricaya Kocaeliyê duh piştî konsera Encûmena Ciwanan ya HDPê hunermend Gencay Morkoç û Yusuf Keleş ji ber stranên ku bi Kurdî gotine hatin destserkirin.  Di sedasala 21an de hîn jî bi vê hincetê desteserkirin? Wan azad bikin.”

Grûba Muzîkê ya Hevra jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî karvedan nîşan daye  û dibêje: “Di çalakiya sersalê ya li Kocaelî de endamên Hevrayê  hevalên me yên Yusuf û Gencay bi awayek kêfî hatin destserkirin. Em careke din bang li desthilatê dikin  ku tehemila wan bo stranek Kurdî jî nîne, ev guvaş me paşvenabin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst