Dadgeha Destûrê vê hefteyê derbarê îtiraza HDPê de biryarê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, dê vê hefteyê biryarê li ser daxwaza HDPê ya paşxistina rûniştina doza girtinê bo piştî hilbijartinan bide.

Hevserokê Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar 16ê Çileya 2023ê ragihand, ku ji bo doza girtina partiya wan bo piştî hilbijartinên Serokomariyê û Parlementoyê yên Tirkiyê bê hiştin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê dane.

Raportorê Dadgeha Destûrê, amadekariyên xwe berdewam dike û dê vê hefteyê rapora xwe pêşkêşî endamên dadgehê bike. Piştî radestkirina raporê, dê rojek bê diyarkirin û endamên Dadgeha Destûrê, li ser daxwaza HDPê biryarê bide.

Herî dawî 5ê Çileya 2023ê Dadgeha Destûrê, biryar dabû hesabên HDPê yên bankayê yên alîkariyê xezîneyê bên blokekirin. HDPê jî li dijî biryara îtiraz kiribû. Dadgeha Destûrê, dê derbarê îtiraza HDPê de jî biryarê bide û yan blokeyên li ser hesabê HDPê rake yan jî dê biryara xwe ya pêştir dubare bike.

Doza girtina HDPê

Pêvajoya doza girtina HDPê ku ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû vekirin û 21ê Hezîrana 2021ê îdianameya wê hatibû qebûlkirin, berdewam e. Divê di dozê de HDP dê li hember îdianameyê, parastina xwe ya destpêkê bike û piştre li hember biryara esasî ya serdozgeriyê parastina xwe amade bike.

Komîsyona Hiqûqê ya HDPê 25ê Mijdara 2022ê, parastina derbarê doza girtinê de ku li Dadgeha Destûra Bingehîn tê dîtin temam kir û radestî dadgehê kir.

10ê Çileya 2023ê Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin, li Dadgeha Destûrê bi devkî parastina îdianameya girtina HDPê kiribû. Niha jî dê rojek bê diyarkirin, ku rêveberên HDPê li hember îdianameya Serdozger Bekir Şahin parastinê bikin. Piştî parastina her du aliyan dê raportorê dadgehê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike.

Piştî rapora biryara esasê li endamên Dadgeha Destûrê bê belavkirin, dê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan rojekê diyar bike û endamên dadgehê wê rojê bicivin û derbarê girtina HDPê de biryara xwe bidin. 15 endamên Dadgeha Destûrê hene û li gor Xala 69emîn a Destûrê ji bo girtina partiyan divê 2/3yê endaman wate 10 endam deng bidin. Eger di rûniştinê de 10 endam ji bo girtina HDPê deng bidin, dê partî were girtin eger ji 10 kesan yek jî kêmtir be partî nayê girtin. Dadgeh ji bilî biryara girtinê dikare cezaya “birîna alîkariya xezîneyê” jî bide. Herwiha di dozê de ji hejmarek parlamenter, parlamenterên berê û endamên HDPê re qedexeya siyasî bo 5 salan tê xwestin.

Piştî biryar bê dayîn dê Serdozgerê Komarê yê Yargitayê biryar ji HDPê re bişîne û di Rojnameya Fermî de biweşîne. Eger axavtin û çalakiyên endam û parlamenterên HDPê bibin sedema girtinê dê ew kes bo 5 salan nikarin bibin damêzrener, endam û rêveberên partiyeke siyasî ya din.

Serokê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Bekîr Şahîn 7ê Hezîran 2021ê bi daxwaza girtina HDPê serî li Dadgeha Destûrê dabû. Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn 21ê Hezîrana 2022ê bi piraniya dengan doznameya girtina HDPê pesend kiribû.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê û di hilbijartina dawî de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bidest xistin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin.